Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê: Divê Peymana Şingalê bê bicihanîn û hêzên neqanûnî derkevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di salvegera 11ê ya dastana azadkirina Şingalê de peyamek belav kir û tê de tevî bilindnirxandina fermandariya meydanî ya Serok Barzanî û qurbanîdana hêza Pêşmergeyan, tekezî li ser bicihanîna temam a lihevkirina asayîkirina rewşa Şingalê, derketina hêzên çekdar ên neqanûnî û vegera bi rûmet a awareyan kir.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê îro În, 13ê Mijdara 2026ê, ragihandinek belav kir û tê de amaje bi wê yekê kir ku terorîstên DAIŞê hemî rêyên hovane dan ber xwe daku demografya û nasnameya neteweyî û olî ya çend hezar salî ya Şingalê bi rêya komkujî, benîkirin û guhertina bi zorê ya olê de têk bibin, ku di bin ronahiya qanûnên navdewletî de tawaneke jenosîdê ye.

Parlamentoya Kurdistanê dibêje: "Bi kempeyneka kêmwêne ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û bi fermandariya meydanî ya Serok Barzanî, di rojeka wekî îro de berî 11 salan, Şingal û Çiyayê Şingalê yê xweşevî bi xwîna sor a 500 şehîdan û 3,000 birîndarên Pêşmerge ji destê çeteyên DAIŞê hat azadkirin û alaya pîroz a Kurdistanê li asmanê wê çikiland."

Di wê peyamê de hatiye ku ev salveger ne tenê bîranînek e, belkî bilindnirxandina xweragiriya bêwêne ya xûşk û birayên Êzidî ye ku rûbirûyî jenosîdê bûn û ti hêzekê nekarî îradeya wan bişkîne; hevdem rêzgirtin e ji bo xwîna Pêşmergeyên qehreman ku selmand ti carî rê nadin ti pişkên gelê me di bin stêmê de bimînin.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê tekez jî kir ku parastina mafên destûrî û neteweyî yên xûşk û birayên Êzidî pareka veneqetiyayî ya karnameya Parlamentoya Kurdistanê ye, û dê li ser gihandina dengê Şingalê ji cîhanê re berdewam bin, herwisa her bizavekê şermezar dikin ku qurbanîdana Êzidiyan ji bo meremên siyasî bi kar bîne.

Di pareka din a wê peyamê de, Parlamentoya Kurdistanê xwest:

- Lihevkirinnameya Şingalê bi temamî û bê kêmasî bê bicihanîn.

- Xelkê Şingalê û Êzidî bi xwe biryarê li ser çarenivîsa devera xwe bidin.

- Hemî hêzên çekdar ên neqanûnî ji Şingalê derbikevin.

- Aware bi rûmet vegerin warê bav û kalên xwe û di bin siha aramiyê de bijîn.

- Birînên wan bên dermankirin û ji aliyê madî û menevî ve zirarên wan bên qerebûkirin.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê herwisa serê rêz û hurmetê ji bo canê pak ê şehîdên Pêşmerge û qurbaniyên jenosîda Êzidiyan tewand.

Di 13ê Mijdara 2015ê de û piştî 15 mehên dagirkerî û tawanên jenosîdê ji aliyê DAIŞê ve, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi serperiştiya û fermandariya meydanî ya rasterast a Serok Barzanî, operasyona azadkirina Şingalê pêk anî û ew bajar bi temamî rizgar kir.  Pêşmergeyan di wê dastanê de karî hêla stratejîk a 47 a rêya serekî ya peywendiya navbera Mûsil û Reqeyê bibirin, ku ev bû destpêka şikestina mezin û bidawîanîna xelafeta DAIŞê.

Li gorî amarên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çekdarên DAIŞê 6 hezar û 417 welatiyên Êzidî revandin; herçend heta niha 3 hezar û 595 kes hatine rizgarkirin jî, lê çarenivîsa 2 hezar û 526 kesan ku zêdetirî 1200 ji wan jin û keç in hîn jî nediyar maye. Herwisa heta niha nêzîkî 96 gorên bi kom li devera Şingalê hatine dîtin û tenê rufatên nêzîkî 300 qurbaniyan piştî pişkinîna DNA hatine naskirin û radestî malbatên wan hatine kirin.

Piştî derbazbûna 11 salan, hîn jî bi dehan hezar welatiyên Êzidî li kampên parêzgeha Dihokê mane. Sedema serekî ya venegeriyana wan bo nebûna piştrastiya ewlehî û aramiyê, wêrankirina jêrxaneyê, paşguhxistina deverê di xizmetkariyan de û destbiserdegirtina bajarî ji aliyê çend komên çekdar ên cuda cuda ve vedigere; bi taybetî piştî bûyerên 16ê Mijdara 2017ê ku rewşeke neseqamgir a piralî li Şingalê çê kir.

Di 9ê Mijdara 2020ê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û Hikûmeta Federal a Îraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî, bi piştevaniya Neteweyên Yekbûyî, peymannameyeka girîng bo asayîkirina rewşa Şingalê îmze kir, lê Hikûmeta Îraqê heta niha pabendî bicihanîna wê peyamnê nebûye.

Xalên serekî yên wê lihevkirinê ev bûn:

- Hilbijartina qaymeqamekî serbixwe, ku ji aliyê her du aliyan ve bê qebûlkirin.

- Radestkirina dosyeya ewlehiyê ya Şingalê bo polîsan û vekişîna hemî hêzên çekdar ên nefermî.

- Damezrandina 2,500 kesan ji xelkê Şingalê wekî hêza polîsan bo parastina ewlehiya deverê.

- Bicihanîna projeyên avedankirinê û vegera koçberan bi awayekî bi rûmet.

- Pêkannîna lijneyeke hevpar a meydanî bo şopandina bicihanîna naveroka wê lihevkirinê.

Lihevkirina yekalî

Piştî derbazbûna şeş salan di ser lihevkirina her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Îraqê li ser asayîkirina rewşa Şingalê re, Hikûmeta Federal ku pabendî lihevkirinê nebû bi rengekê yekalî lihevkirin ligel komên çekdar ên nêzîkî PKKê kir û di 26ê Mijdara 2026ê de li Çiyayê Şingalê proseya tevlîkirina çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) bi dezgehên Hikûmeta Îraqî ve bi cih anî, û wekî pêngava yekê nêzîkî pênc hezar çekdaran veguhastin ser dezgehên ewlehiyê yên Îraqê û li Şingalê hiştin.