Mesrûr Barzanî 242 saliya avakirina Silêmaniyê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de, 242 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê pîroz dike û dibêje: "Salvegera avakirina bajarê Silêmaniyê, bajarê helmet û qurbanîdanê, li hemû Kurdistaniyekî dilsoz û niştimanperwer pîroz be."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Şemiyê, 14ê Mijdara 2026an, peyama xwe ya pîrozbahiyê li tora civakî ya "X"ê belav kir û tê de got: "Welatiyên xoşewîst ên Silêmaniyê, hêjayî xizmeta zêdetir, azadî, pêşketin, seqamgirî û aramiyê ne."

Bajarê Silêmaniyê di 14ê Mijdara 1784an de ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye avakirin û wî navê bavê xwe "Silêman Paşa" li bajêr kiriye. Silêmanî ji bilî ku paytexta Mîrnişîna Baban bûye, di heman demê de navendeke bazirganî û rewşenbîrî ya herêmê jî bû.

Îro 242 sal di ser damezrandina bajarê Silêmaniyê re derbas dibin û her sal di 14ê Mijdarê de, ev bîranîn bi çendîn çalakiyên çandî, hunerî û rewşenbîrî tê pîrozkirin.