Heval Ebûbekir: Silêmanî ne ya yek reng û yek partiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir diyar kir, Silêmanî dayika rasteqîn a Herêma Kurdistanê ye û bi ti awayî ji vê qewareyê naxeyide. Ebûbekir her wiha tekezî li ser pêwîstiya avakirina hikûmeteke komker kir û got ku mafê ti hêzeke siyasî nîne li ser vî welatî takrewiyê bike.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir roja 14ê Mijdara 2026an bû mêvanê bernameya "Basi Roj" a Kurdistan24ê û tekez kir ku ti kes piştgiriyê nade parçekirina Herêmê û got: "TI kes li gel wê yekê nîne ku Silêmanî biçe ser bi cihekî din, ti kes li gel parçekirina Herêma Kurdistanê nîne. Silêmanî dayika rasteqîn a vê Herêmê ye û bi ti awayî ji vê qewareyê naxeyide."

Parêzgarê Silêmaniyê amaje bi wê yekê kir ku beriya derketina hêzên siyasî, gelê Kurdistanê axa xwe rizgar kiriye û wiha pê de çû: "Mafê ti hêzeke siyasî nîne ku li ser vî welatî padîşahî û takrewiyê bike. Ew kes wekî xwediyê rasteqîn ê Silêmaniyê tê dîtin ku xizmeta wê bike, ji cudahiyên wê têbigihîje û pirrengiya vî bajarî qebûl bike; ji ber ku çarenivîsa me hemûyan bi hev ve girêdayî ye û em di çarenivîseke hevbeş de dijîn."

Heval Ebûbekir bal kişand ser girîngiya yekrêziyê di qonaxa niha de û ragihand: "Di vê qonaxê de pêwîstiya me bi hikûmeteke komker heye; hikûmeteke ku xwe wekî hikûmeta tevahiya Herêma Kurdistanê bibîne, bawerî û pêbaweriya wê bi rêveberiyên xwecihî hebe û gavên xwe li gorî daxwaz û pêdiviyên xelkê bavêje."

Derbarê bîranîn û çalakiyên li Silêmaniyê de, Heval Ebûbekir da zanîn ku divê bîranînên cemawerî û çandî neyên fermîkirin û hikûmet tenê erkê zemînesazî û parastina ewlehiyê bigire ser xwe, da ku xelk û rêxistin bikaribin reng û dengê xwe nîşan bidin.

Parêzgarê Silêmaniyê her wiha tekez kir ku xelkê Silêmaniyê selimandiye ku ev bajar tenê ji yek rengî, yek partiyê yan ji desthilatdar û sermayedaran pêk nayê; belkî bajarê hemû deng û rengên cuda ye û bi rêya zindîkirina çand û dîroka xwe, pêgeha xwe ya rasteqîn diparêze.

Duh 14ê Mijdarê, 242 sal di ser damezrandina bajarê Silêmaniyê re derbas bûn. Salane di vê rojê de bi çendîn çalakiyên çandî, hunerî û rewşenbîrî ev bîranîn tê pîrozkirin.

Bajarê Silêmaniyê di 14ê Mijdara sala 1784an de ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye avakirin û wî bajar bi navê bavê xwe "Silêman Paşa" binav kiriye. Silêmanî ji bilî ku paytexta Mîrnişîna Baban bû, di heman demê de navendeke bazirganî û çandî ya herêmê jî bû.

Di navbera salên 1922 û 1924an de Silêmanî paytexta dewleta Melîk Mehmûd bûye. Bajarê Silêmaniyê ji bilî ku landika rewşenbîr û têkoşeran bûye, di dîroka Kurdistanê de navenda destpêkirina çendîn şoreş û serhildanan jî bûye.