Parka asmanî ya sêyê ya cîhanê li gundekî Bokanê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo cara yekê li gundekî sînorî yê Bokanê li Rojhilatê Kurdistanê projeyeke geştyariyê ya berfireh tê avakirin. Di qonaxa yekê de, sekoyeke şûşeyî ya balkêş li bilindahiya 124 metreyan û bi dirêjahiya 40 metreyan li hindav newala gundê Çawerçînê hatiye çêkirin û ketiye xebatê.

Rêveberê wê projeyê dibêje ku qonaxên din jî di pêşerojê de dê bikevin xebatê, lê ji niha ve hejmareka zêde ya geştyaran ji bajarên Kurdistanê û Îranê û heta ji Îraq, Tirkiye û Vîetnamê jî serdana wê kiriye.

Geştyar li ser şûşeyekê bi bilindahiya 124 metreyan dimeşin. Ev dîmenê cihekî geştyariyê yê nû ye li gundê Çawerçînê yê girêdayî bajarê Bokanê li Rojhilatê Kurdistanê. Ev cih dikeve 10 kîlometreya rêya Bokanê bo Mehabadê û li kêleka gund hatiye avakirin. 

Komeleya "Sky Park a Çawerçînê" niha sekoya xwe ya şûşeyî bi dirêjahiya 40 metreyan li hindav newalê ketiye xebatê, lê proje ne tenê sekoya şûşeyî ye, rêveberê komeleyê behsa du qonaxên din jî dike ku wekî planên pêşerojê tên amadekirin, ew jî pireka daliqandî û daverist in.

Rêveberê Komeleya Sky Park a Çawerçînê Hejar Reşîdbegî di vî warî de ragihand: “Projeya me ya duyê ku dê hefteya bê bikeve xebatê, pira daliqandî ya tirsê ye ku mewdaya pêikên wê 30 santîmetreyan ji hev dûr e û eger tu bi ser de biçî, divê bi şûtikê girêdayî bî. Projeya me ya din jî, ku me 50% ji karên wê kirine, daverist e, nifşekî nû yê têlîkabîn û zîplaynê ye, di eynî demê de şeş kes li ser kursiyan rûdinin û ji çiyayekî diçin çiyayekî din, ji bilindahiya 124 metreyan diçin bilindahiya 215 metreyan.

Bi gotina rêveberê wê komeleyê, ew pira daliqandî ya ku biryar e bê vekirin, di ser avakê re derbaz dibe, li ser çiyayê hemberî ku daverist diçe ser, rêstoran û otomobîlên geştyariyê tên danîn û vegera wê jî tenê 15 çirkeyan diajo. Ji niha ve, ji bilî bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê heta ji Îraq, Tirkiye û Vîetnamê jî geştyar jê re hatine.

Xwecihê gundê Çawerçînê Mihemedemîn Peşmîn jî got: “Ez dibînim ku xelkekî zêde di rojên În û Pêncşeman de û heta di rojên din de jî tên û serdana vê derê dikin, ev yek ji bo me kêfxweşiyeka mezin e. Bi rastî em serbilind in ku tiştekî wisa di devera me de û heta di gundê me de hatiye çêkirin.

Li ser sekoya şûşeyî, hesta bilindî û coş û kelecanê tevî dîmenê siruştî yê deverê bûye û serdanker ezmûneke cuda vedibêjin.

Xwecihê Bokanê Mehdî Mehmûdî amaje da: “Ev cara yekê ye ez têm vê derê û bi rastî xweş e, cihekî xweş e û gelek bilind e, bi rastî kelecana wê jî heye û xweş e.

Yek ji xwecihê Bokanê got: “Tiştekî gelek balkêş e, gelek rêkûpêk e, bi rastî huner e, li şûna ku em biçin welatên din, li welatê me tiştekê wisa nîne. Xelk li vê derê xemên xwe ji bîr dike.”

Li gorî çavkaniyên fermî, li nava Îranê komeleya bi navê "Sky Park"ê li Burca Mîladê ya Tehranê heye, li Rojhilatê Kurdistanê tevî hebûna projeyên wesa wekî pira daliqandî ya şûşeyî ya Nêgilê û pira Awyerê li parêzgeha Sineyê, ev cihê Bokanê bi fermî bi navê "Sky Park" û sekoya "Sky Glass" dest bi kar kiriye. Biryar e di çend mehên pêş de qonaxên din ên projeyê jî temam bibin û tê çaverêkirin ku ji gundekî bêdeng bibe yek ji navendên diyar ên geştyariyê yên deverê.