Keştiya firokehilgir a Amerîkayê "USS Theodore Roosevelt" gihîşt Rojhilata Navîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Amerîkî piştrast kir ku keştiya firokehilgir a "USS Theodore Roosevelt" gihîştiye sînorê berpirsiyariya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) û bi vê yekê hejmara keştiyên firokehilgir ên Amerîkayê li Rojhilata Navîn bûye sê.

Berpirsekî Amerîkî îro Duşemê (16ê Mijdara 2026an) ji kanala El Cezîreyê re ragihand ku keştiya firokehilgir a Amerîkî ya bi navê "USS Theodore Roosevelt" gihîştiye Rojhilata Navîn û ketiye sînorê berpirsiyariya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM).

Ev tevger hevdem e ligel bilindbûna aloziyên li gel Îranê û wekî gavekê ji bo bihêzkirina hebûna hêzên deryayî yên Amerîkayê li herêmê tê dîtin. Li gorî wî berpirsî, bi gihîştina vê keştiyê re hejmara keştiyên firokehilgir ên Amerîkayê li Rojhilata Navîn gihîştiye sê keştiyan.

Keştiya firokehilgir a "Roosevelt" di 27ê Îlonê de ji baregeha xwe ya deryayî ya li San Diegoya eyaleta Kalîforniyayê bi rê ketibû. Piştre di nav Okyanûsa Pasîfîkê re ber bi rojavayê okyanûsê ve geşteke deryayî da destpêkirin û li wir bi hêzên Japonê re beşdarî manovra leşkerî ya "Keen Sword 27" bû ku di 29ê Cotmehê de bi dawî hat.

Li gorî zanyariyên malpera Enstîtuya Deryayî ya Amerîkayê (USNI News), koma keştiya firokehilgir di 6ê Mijdarê de gihîşt Sîngapûrê û li benderê lenger avêt. Paşê di rojên 8 û 9ê Mijdarê de di ser Tengava Malakkayê re ber bi Okyanûsa Hindê ve geşta xwe ji nû ve da destpêkirin heta ku gihîşt herêma operasyonên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê.

Biryar e "USS Theodore Roosevelt" cihê koma keştiya firokehilgir a "George Washington" bigire ku ji 19ê Tebaxê ve li herêmê ye.

Niha her du keştiyên firokehilgir ên "George Washington" û "George H.W. Bush" di çarçoveya bicihkirina hêzên Amerîkayê de li herêmê dimînin. Hevdem hîn yekalî nebûye ka gelo Washington dê her sê keştiyên firokehilgir ji bo demekê bi hev re li herêmê bihêle, yan jî piştî gihîştina "Roosevelt"ê, keştiya "George Washington" dê herêmê vala bike.