Hatîmogullari li Diyarbekirê: Em amade ne welat birêve bibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari li Diyarbekirê bi ciwanan re civiya û diyar kir ku ew amade ne Tirkiyeyê birêve bibin; herwiha got ku ji ber bêkarî û xizaniyê pêla herî mezin a koçberiyê di dîroka Tirkiyeyê de tê jiyîn.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûlay Hatîmogullari, li Diyarbekirê bi ciwanan re civiya û beşdarî Foruma Ciwanan a bi mijara "Ji bo Nan, Aştî û Edaletê Budçe" bû ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a partiya wê ve hat lidarxistin.
Hatîmogullari di forumê de diyar kir ku ew amade ne welat birêve bibin. Wê li ser bernameya partiya xwe jî destnîşan kir ku ew dixwazin Tirkiyeyê birêve bibin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bernameya wan heye.
Li ser pêvajoya aştiyê jî Hatîmogullari bal kişand ser girîngiya qonaxa heyî û got ku pêvajo bingehek e ji bo bihîstina dengê wan: "Divê em hemû bi hev re vê pêvajoyê — bêçekbûn, yanî qonaxa ku şer û pevçûn rawestiyane û çek bêdeng bûne — wekî bingehekê bibînin ku em dikarin dengê xwe bi awayekî xurttir bigihînin."
Hatîmogullari bal kişand ser zêdebûna girêdayîbûna ciwanan a bi madeyên hişbir, behîsa neyasayî û qumarê ve û got: "Em di pêvajoya aştiyê de ne û ji bo avakirina civakeke demokratîk têdikoşin, lê polîtîkayên şerê taybet ên ku rasterast bi destê dewletê tên meşandin hîn jî berdewam dikin. Ciwanekî ku madeyên hişbir bi kar tîne û mejiyê wî ditevizê, gelo êdî têkoşîna zimanê dayikê yê kurdî tê bîra wî? Lewma divê em hemû li dijî vê yekê têkoşîneke bingehîn bimeşînin."
Hatîmogullari amaje bi wê yekê kir ku li Tirkiyeyê 4,5 milyon ciwanên bêkar hene, gelek mamoste nayên tayînkirin û enflasyon û bihabûna jiyanê giran bûne: "Malnişîn dibêje 'Ez muhtacê xwarina goşt mam, min tama goşt ji bîr kir'. Beşek ji ciwanên me jî ji bo rizgarbûna ji vê rewşê li rêyên çûna Ewropayê digerin. Di dîroka Tirkiyeyê de niha ji ber bêkarî û xizaniyê pêla herî mezin a koçberiyê tê jiyîn."
Hevseroka DEM Partiyê diyar kir ku ji ber xizaniyê rêjeya jinên ku dev ji xwendinê berdidin gelekî zêdetir e û bal kişand ser bûyerên li Zanîngeha Munzurê û Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê.
Hatîmogullari destnîşan kir ku bi dosyaya Gulîstan Doku re "têkiliya dewlet, mafya û zanîngehê" derketiye holê û li ser Rojvelat Kizmaz jî got ku aqûbeta wê hîn ne diyar e. Wê herwiha da zanîn ku di têkoşîna edaletê ya malbata Rojîn Kabaîş de, apê wê li navenda Stenbolê hatiye revandin û bi çekê gef lê hatiye xwarin ku dev ji dozê berdin.
Hatîmogullari di dawiyê de got: "Li zanîngehên erdnîgariya Kurdistanê aqilekî taybet ê dewletê li ser jinên ciwan dixebite. Rêxistinbûn û têkoşîna li dijî vê yekê erka hevbeş a hemû ciwanan û me hemûyan e."