Niştimanperwerên Kurd ên Efrînê piştgiriya xwe ji bo Herêma Kurdistanê û gelê wê ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Koma Niştimanperwerên Kurd li Efrînê daxuyaniyeke hevgirtin û helwesta niştimanî ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê û gelê wê belav kir û tê de tekezî li ser girîngiya diyalog, aramî û dûrketina ji zimanê gurkirina aloziyan kir.

Koma Niştimanperwerên Kurd li Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand, ew li ser bingeha pêwendiyên dîrokî, neteweyî û mirovî yên ku Kurdan li deverên cuda yên hebûna wan digihînin hev û bi baweriya parastina giyanê biratî û hevgirtinê di navbera zarokên yek gelî de, helwesta xwe ya birane ji bo Herêma Kurdistanê û gelê wê tînin ziman. Her wiha hat diyarkirin ku ew bi girîngî pêşhat û kêşeyên li derdora Herêma Kurdistanê yên ku bandorê li ewlehî, berjewendiyên welatiyan û paşeroja wê dikin, dişopînin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku ev helwesta wan ji baweriyeke niştimanî û exlaqî û ji rêzgirtina li maf û rûmeta gelan tê, ne ji ber rêzbendiyên partîzanî an hesabên siyasî yên teng û wiha hat gotin: "Pirsgirêkên ku bandorê li ewlehî, maf û paşeroja civakan dikin, pêwîstî bi helwestên berpirsiyar hene ku dûrî handan û kêşmekêşên ku dikarin nakokiyan kûrtir bikin û rageşiyê li herêmê zêde bikin, bin."

Di beşeke din a daxuyaniyê de girîngiya rêzgirtina li îradeya gelan, parastina mafên siyasî, çandî û civakî û xebata ji bo çespandina nirxên diyalog û têgihiştinê hat destnîşankirin, bi awayekî ku alîkariya xurtkirina pêwendiyên biratiyê bike û xizmeta aştî û pêkvejiyana di navbera pêkhateyên cuda yên herêmê de bike.

Koma Niştimanperwerên Kurd li Efrînê her wiha diyar kir ku dûrxistina herêmê ji rageşiyeke zêdetir, parastina ewlehiya sivîlan û serdestkirina çareseriyên siyasî û dîplomatîk berpirsiyariyeke hevbeş e ku pêwîstî bi hikmet, xweragirtinê û wê yekê heye ku gel û dozên wan nebin dîlên nakokî an berjewendiyên dijber.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku helwesta wan nîşana girêdana wan a bi pêwendiyên biratiyê ve, xemxuriya wan ji bo rûmet û mafên gelê xwe û baweriya wan bi wê yekê ye ku ewlehî, aştî û seqamgîriya dûrî zimanê gurkirina aloziyan, bingeha paşerojeke ewletir û geştir ji bo hemû gelên herêmê pêk tînin.