Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, Ferhad Pîrbal hejmareka destnivîsên Kurdî ji Rûsyayê vedigerîne
 
                        Navenda Nûçeyan (K24) - Nivîskar û Ustadê Zanîngehê yê berê Ferhad Pîrbal ragihand ku, wî hejmareka mezin ji destnivîsên Kurdî li Rûsyayê bi dest xistiye û dê wan vegerîne Kurdistanê.
Nivîskar, wergêr û Ustadê Zanîngehê yê berê Ferhad Pîrbal îro (Pêncşem, 30ê Cotmeha 2025ê) ji Malpera Kurdistan24ê re got: “Ev çend roj in ku ez li Rûsyayê me û ez dê îşev vegerim Herêma Kurdistanê.”
Ferhad Pîrbal eşkere jî kir: “Serdana min ji bo projeyeka taybet e, ku ez dê hejmareka destnivîsên Kurdî yên girêdayî dîroka Kurdan a du sedsalên borî ji Saint Petersburga Rûsyayê vegerînim.”
Navbirî herwesa ragihand: "Min gelek caran ji Akademiya Kurdî û Parlamentoya Kurdistanê xwest ku van destnivîsan vegerînin, lê tu yek ji wan bersiva daxwaza min neda, ji ber vê yekê min ev yek di nameyekê de ji Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwest."
Eşkere jî kir: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekser bersiva daxwaza min da û ji min xwest ku ez van destnivîsan di zûtirîn dem de vegerînim Kurdistanê.”
Amaje jî da: "Piştî gelek bizavan, min karî 80% ya wan destnivîsan bi dest bixim û ez dê wan vegerînim Kurdistanê. Herwesa armanceka min a din jî ji bo wî welatî vekirina pişka Rûsyayî li Zanîngeha Selahedînê ye."
Ron jî kir: “Armanceka din a vê serdana min vekirina navendeka çandî ya Rûsyayî li Hewlêrê ye.” Ferhad Pîrbal tekez jî kir ku, civînên wî encamên baş bi dest xistine.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê Daner Ehmed jî hejmareka wêneyên xwe yên bi Ferhad Pîrbal re li ser Facebookê belav kir û got: "Me karî hêsankariyan ji bo Nivîser û Werger Ferhad Pîrbal bikin, da ku berhemên Kurdî yên Alexandre Jaba bi dest bixe.”
Daner Ehmed eşkere jî kir: “Baş bû, her ji roja yekê heta niha me bi baştirîn awa xizmeta wî û projeya wî ya neteweyî û akademî kir, ku westgeha dawiyê hevdîtina bi komeka xwendekarên Kurdistanî li Nûnerîtiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Rûsyayê bû."
 
