Fazil Mîranî salvegera damezrandina K24ê li karmendên wê pîroz dike

Fazil Mîranî
Fazil Mîranî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) got: “Kurdistan24 platformeka nû ye bi raman û kadroyên baş, hem di şîrovekirinê de, hem di edayê de û hem jî di tora peyamnêran de.”

Berpirsê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî 10 saliya damezrandina Dezgeha Kurdistan24ê li hemî karmendên Kurdistan24ê pîroz kir û got: "Bi raya min, pêdivîtiya Kurdistan24ê bi zêdetir şiyanan heye, da ku zêdetir peyamnêr hebin. Divê li her devera ku pêdivî be zêdetir peyamnêr hebin. Em dixwazin Kurdistan24 zêdetir pêş bikeve."

Fazil Mîranî herwesa ragihand: “Rû ew rû ne ku xelk jê hez dike, lê ji bo min naverok ji rûyan girîngtir e, lê li cem xelkî rû ji naverokê girîngtir in. Ger rû û naverok bi hev re baş bin, ev nîmeta Xudê ye, lê serpişkî ji bo naverokê ye.”

Navbirî amaje jî da: “Hin kes hene ku jiyê wan derbaz bûye lê ew ji bo CNN û BBCê dixebitin ji ber ku naveroka wan ji rûyê wan çêtir e.” herwesa got: "Kurdistan24ê pêngavên baş avêtine. Ger piştgirîya wê çêtir bê kirin, birêvebiriya wê baş e."

10 sal di ser damezrandina Kurdistan24ê re derbaz dibin. Li gorî şarezayên warê medyayê, Kurdistan24ê bi nerîneka neteweyî bizav kiriye ku nûçe û zanyarên rast û durist pêşkêşî wergirên xwe bike.

Dezgeha Kurdistan24ê ya Vekolan û Medyayê navendeka medyayî ya bêalî û profesyonel e, ku berhemên medyayî yên kurt bi awayekê profesyonel pêşkêşî bîner, guhdar û xwendevanên xwe dike.

Kurdistan24 bi rêya toreka medyayî ya rêxistî - radyo, televîzyon û malperê bi zimanên Kurdî (Soranî û Kurmancî), Îngilîzî, Erebî, Tirkî û Farisî - zanyarên rast û durist pêşkêşî wergirên xwe yên li Kurdistanê û deverê û hemî cîhanê dike.

 
 
Fly Erbil Advertisment