Nêçîrvan Barzanî: Nabe derçûyên zanîngehan ji pêşketina Kurdistanê bên veqetandin

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bang li derçûyên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê kir ku, her tiştê ku ji destê wan tê ji bo pêşxistina zanistê li welatê xwe bikin û ji pêvajoya pêşxistina Kurdistanê neyên veqetandin.

Merasîma gera 15ê ya derçûyên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê îro (Pêncşem, 30ê Cotmeha 2025ê) bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatin lidarxistin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de pîrozbahiya derçû û kesûkarên wan kir û got: “Ciwanên me hêvî û serbilindiya me hemiyan in. Tevî zehmetiyên borî, me gelek kar li Kurdistanê kirine.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa got: "Bi temaşekirineka zelal ji bo paşerojê û îradeyeka xurt, me li Kurdistanê jêrxaneyeka perwerdehî û rewşenbîrî ya mukom ava kiriye lê hîn jî rêyeka dirêj li pêşiya me ye."

Navbirî bal kişand ser girîngiya hebûna pergaleka perwerdehiyê û got: “Em li Kurdistanê hewceyê pergaleka perwerde û fêrkirinê ne, ku bikare berdewam xwe bi hewcedarî û pêşkeftina serdema xwe re nû bike, pergalek ku fikir û bingeh û armanca wê fêrbûn û fêrkirin be, ne tenê wergirtina bawernameyan.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa şîret li nifşê nû yê Kurdistanê kirun û got: “Divê ew bi awayekî rexnegirî û mijarî bifikirin, pirsyaran bikin û vekolanan bikin, ji ber ku hişê vekirî bingeha pêşveçûna her civakekê ye. Tenê civaka pêşketî dikare di eynî demê de rexne, reform û avakirinê bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê di derheqa zanîngehên Kurdistanê de jî tekez kir: “Em dixwazin zanîngehên me bibin dînamoya pêşkeftina Kurdistanê û herdem bibin platforma zanist û ramanên rewşenbîrî, ji ber ku gel bi zanist û zanînê tên avakirin û bi zanîngehan fikir nû dibin.”

Nêçîrvan Barzanî di pareka din a axaftina xwe de jî tekez kir: “Piştî ku gelê Kurdistanê di çend dehsalên borî de rûbirûyî gelek zehmetî û pirsgirêkan bû, karî feydeyî ji wan ezmûnan werbigirin û li ser wê bingehê giringiyê bidin sektora perwerdehiyê.”

Herwesa peyamek pêşkêşî xwendekarên derçûyî kir û tekez kir ku, bila her tiştekê ji destê wan tê ji bo pêşxistina zanistê li welatê xwe bikin û ji pêvajoya pêşxistina Kurdistanê veneqetin.

Di gera 15ê ya derçûyên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê de, 526 xwendekaran bawernameyên derçûnê wergirtin. Herwesa heta niha bi tevahî, 3 hezar û 125 xwendekaran bawernameyên derçûnê ji Zanîngeha Kurdistanê wergirtine.

 
Fly Erbil Advertisment