Serok Barzanî: Hilbijartin û dengê gel ji bo PDKê meseleyeka bingehîn e
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi kesatî û rûspiyên Dihok û Sêmêlê re civiya û tekez kir ku, PDK di hemî hilbijartinan de her li rêza yekê bûye û mijara hilbijartinan û dengê gel ji bo PDKê meseleyeka bingehîn e û PDKê bawerî bi dengê gel heye.
Serok Mesûd Barzanî piştî nîvroya îro (Pêncşem, 30ê Cotmeha 2025ê) li Dihokê bi kesatî û rûspiyên Dihok û Sêmelê re civiya.
Serok Barzanî di wê civînê de gotarek pêşkêş kir û behsa hilbijartinên yekê yên Herêma Kurdistanê li sala 1992ê kir û tekez kir ku, PDK di hemî hilbijartinan de her li rêza yekê bûye û mijara hilbijartinan û dengê gel ji bo PDKê meseleyeka bingehîn e û PDKê bawerî bi dengê gel heye.
Nabe Iraq bi navê piraniyê di destê tu aliyekî de be
Serok Barzanî li ser Iraqa piştî 2003ê jî axivî û got: “Iraqa nû li ser bingeha hevparî, hevsengî û hevdengiyê hatiye avakirin, lê ev bingeh nehatin bicîhanîn û destûr hat binpêkirin. Eger destûr hatibam bicîhanîn, ew pirsgirêkên ku hene çê nedibûn.” Tekez jî kir: “Nabe Iraq bi navê piraniyê di destê tu aliyekî de be, divê Iraq ji bo me hemiyan be û her kes di wî welatî de xwedî helwest û mafên xwe be. Ji bo tevahiya cîhanê eşkere bû ku, em neteweyeka medenî, aştîxwaz, mirovdost û zindî ne.”
Serok Barzanî li ser lêborîn, exlaqê bilind û mirovdostiya gelê Kurdistanê axivî û ji kesên amadebûyî re bi bîr xist ku, piştî wê hemî zilm û jenosîda li ser gelê Kurdistanê hatiye kirin, lê di serhildana 1991ê de gelê Kurdistanê herî zêde exlaqê bilind û lêborîn nîşan da, û di demekê de ku du feyleqên artêşa Iraqê ketin destê gel, lê tu leşkerên Iraqî nehatin kuştin û êşandin. Berevajî vê, xizmeta wan hat kirin û ew ji bo deverên wan hatin şandin. Ew azad jî bûn ku bimînin an jî biçin. Ev jî serbilindiya gelê Kurdistanê ye û ji bo tevahiya cîhanê jî diyar bû ku em miletekê medenî, aştîxwaz, mirovdost û zindî ne.
Eger ew şer bifiroşin me, em tu carî zilm û serşoriyê qebûl nakin
Serok Bazranî tekez li ser girîngiya yekbûn û yekrêziyê kir û ragihand: “Eger em yekgirtî û yekrêz û teba bin, tu hêzek dê bi me nekare. Ew pirsgirêkên ku niha rûbirûyî me dibin, hemî ji ber nebûna yekrêziyê ne.”
Serok Barzanî herwesa behsa qonaxên jenosîdkirina gelê Kurdistanê ji aliyê rejîmên Iraqê yên li pey hev ve di sedsala borî de kir, ku bi Enfala Feyliyan dest pê kir, di dû re Enfala Barzanîyan li sala 1983ê û di dû re jî Enfala seranserî li Kurdistanê li sala 1988ê bû. Herwesa qonaxên kîmyabarana Kurdistanê ji sala 1987ê heta sala 1988ê, ku tawana herî mezin êrîşa kîmyayî ya li ser Helebçeyê bû.
Herwesa behsa qirkirina Êzidiyan li sala 2014ê ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve jî kir û got: “Tevî van hemiyan, gelê Kurdistanê aştîxwaz e û xwe li ber wê hemî zilm û zordariyê girtiye, lê ew hîn jî li dijî şer û tundûtûjiyê ye û her tim aştî û çareseriyên aştiyane ji bo pirsgirêkan dixwaze. Lê eger ew şer bifiroşin me, em tu carî zilm û serşoriyê qebûl nakin û em xwe nadin destê zordar û dîktatoran.”
Serok Barzanî behsa têkiliyên di navbera Hewler û Bexdayê de û zîhniyeta li beranberî Kurdistanê jî kir û ragihand: "Mixabin, zîhniyeta zordarîkirina li gelê Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve hîn jî heye û li ser siyaseta xwe berdewam e û niha bi navê neşandina mûçeyan eynî siyasetê dişopînin, ku ji Enfal û êrîşên kîmyayî kêmtir nîne.” Herwesa got: "Em we piştrast dikin ku, tu kesek nikare ne bi mûçeyan û ne jî bi tu tiştekî din îradeya me bişkîne û xwe li ser me ferz bike."
Serok Barzanî di pareka din a axaftina xwe de behsa çanda pêkvejiyanê li Kurdistanê kir û tekez jî kir ku, divê em wê çandê biparêzin û nabe ku nakokiyên di navbera aliyên siyasî de bandorê li pêkvejiyanê û têkiliyên civakî bike.
Divê em bi baldarî û bi tundî rêyê xetereya madeyên hişber bigirin
Serok Barzanî herwesa behsa şerê derûnî, şerê civakî û şerê madeyên hişber jî kir, ku li dijî gelê Kurdistanê tê kirin û bizav ji bo tunekirina hezkirin û nêzîkbûna kitekesê Kurdistanî tê kirin û divê li vê yekê bê girtin.
Serok Barzanî tekez li ser pêdivîtiya têkoşîna li dijî madeyên hişber kir û xetereyên wê kir û ragihand: "Madeyên hişber mijareka pir xeter e û bi bername kar ji bo belavkirina wan tê kirin, da ku civaka Kurdistanî wêran bikin, ji ber vê yekê divê em bi baldarî û bi tundî rêyê li vê xetereyê bigirin.”
Divê em bi rêya avakirina jêrxane û projeyên stratejîk pişta xwe bi xwe germ bikin
Serok Barzanî her di wê gotara xwe de behsa destkeftî û projeyên stratejîk ên li Herêma Kurdistanê kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dixebite û ji bo niha û paşeroja Kurdistanê û gelê wê pir girîng in. Serok Barzanî tekez jî kir: "Divê em bi rêya avakirina jêrxane û projeyên stratejîk pişta xwe bi xwe germ bikin."
Serok Barzanî herwesa got: "Me welatek û axeka dewlemend hene, pêguherkên bihêztir ji bo petrolê hene, ku ew jî çandinî, geştiyarî û pîşesazî ne." Herwesa behsa girîngî û pêdivîtiya parastina avê û çêkirina pond û bendavan kir, ku di warê vegirtin û parastina avê de ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê feydeyên mezin hene.
