Îro 10 sal di ser weşana Kanala Kurdistan24ê re derbas dibin
 
                        Navenda Nûçeyan (K24) – Kanala asmanî ya Kurdistan24ê, ku bi armanca weşandina nûçeyên rast, berpirsiyarî, pabendbûna bi etîka medyayê û parastina niştimanî dest bi weşanê kiribû, 10 sal in li ser soza xwe berdewam e. Di vê salvegerê de, welatî û pisporên medyayê tekez dikin ku Kurdistan24 bûye çavkaniyeke pêbawer û cihê baweriyê ji bo şopandina bûyeran.
Welatî ji çîn û beşên cuda yên civakê pîrozbahiyê li Kurdistan24ê dikin û dibêjin, ew ji bo piştrastkirina rastî û duristiya nûçeyan li kanala Kurdistan24ê vedigerin. Ew destnîşan dikin jî ku Kurdistan24 weke çavkaniyeke pêbawer bûye cihê baweriya wan.
Parêzer Rencder Necat dibêje: "Bi dîtina min, Kurdistan24 kanaleke cîhanî ye û karîbûye nûçeyan bi rastî bigihîne bînerên xwe."
Aware Mihemed, welatiyekî din, diyar kir: "Ez bînerê hemû kanalan im, lê di nav wan de Kurdistan24 heye. Bi baweriya min, nûçeyan û zanyariyan bi rastî radigihîne, çawa be wisa vediguhêze, ne zêde dike û ne jî kêm dike. Rast e her kanalek azad e ku alîgiriya kê dike, lê ya girîng ew e ku nûçe û zanyarî çiqas rast û durust in."
Herwiha welatî Helbest Xelîl jî nêrîna xwe anî ziman û got: "Kurdistan24 yek ji wan kanalan e ku ez herî zêde temaşe dikim, ji ber ku nûçeyan pir bi rastî vediguhêze û bi vê yekê bûye cihê baweriya xelkê."
Li gorî siyaseta weşanê ya Kurdistan24ê, baweriya bîneran ji komkirina "like" û "view"an biqîmettir e. Ji ber vê yekê, kanal lezê di weşandina nûçeyan de nake heta ku ji çavkaniyên pêwendîdar piştrast neke. Di Kurdistan24ê de cihê nûçeyên nerast nîne û her dem pabendî etîk û pîvanên karê rojnamegeriyê dimîne û di ti rewşê de hewl nade bînerên xwe bixapîne.
Pispor û akademîsyenên warê medyayê jî kar û xebata Kurdistan24ê bilind dinirxînin. Serokê Beşa Teknîka Medyayê li Zanîngeha Polîteknîkî ya Hewlêrê Dilêr Ehmed dibêje: "Ez pîrozbahiyê li hemû karmendên Kurdistan24ê dikim. Di heyama 10 salan de karîbûn bi awayekî pîşeyane kar bikin. Ez kêfxweş im ku kanalek karîbûye rûmala bûyeran bi awayekî bêalî û hevseng bike, ku ev ji bo her kanalekê xaleke girîng e."
Ehmed herwiha got: "Li gorî şopandina min, min heta niha nedîtiye ku Kurdistan24 ji bo nûçeyekê lêborînê bixwaze û bêje ku wisa nebûye."
Di heyama 10 salên weşana xwe de, Kurdistan24 rûmala gelek bûyerên mezin ên Kurdistan û herêmê kiriye û bûye çavkanî ji bo medyayên cîhanî.
Kurdistan24 di sala 2015an de hatiye damezrandin, da ku nûçeyên rast û xwedî çavkanî pêşkêşî welatiyan bike û hewl dide ku karê wê yê pîşeyane di xizmeta bîner, guhdar û xwînerên wê de be.
