Dem Partiyê pêşniyarên xwe yên girêdayî pêvajoya aştiyê pêşkêşî Erdogan kirin
 
                        Navenda Nûçeyan (K24) - Şanda Dem Partiyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya û di ragihandinekê de got ku, wan nêrîn û pêşniyarên xwe berçav kirine.
Şanda Dem Partiyê îro (Pêncşem, 30ê Cotmeha 2025ê) ji bo cara sêyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.
Dem Partiyê piştî wê civînê ragihandinek parve kir û tê de got ku, Endamên Şanda Îmraliyê Pervin Buldan û Mithat Sancar bi Serokkomarê Tirkiyeyê re li ser pêngavên pêvajoya aştiyê civiyan.
Wê ragihandinê amaje jî da: “Di wê civînê de, ku nêzîkî saetekê dom kir û Serokê Dezgeha Hewalgirî ya Niştîmanî (MÎT) ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin jî tevlî wê bûbû, Şanda Dem Partiyê nêrîn û pêşniyarên xwe li ser rewşa niha ya pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk û kiryarên paşerojê pêşkêş kirin.
Civîna yekê ya Şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê û Serokkomarê Tirkiyeyê li roja 10ê Nîsana îsal hat kirin, ku Pervin Buldan û endamê wexerkirî yê Şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê Sırrı Süreyya Önder tevlî wê bûbûn.
Civîna duyê jî ya Şanda Dem Partiyê ji bo Îmraliyê û Serokkomarê Tirkiyeyê li roja 7ê Tîrmeha îsal hat kirin, ku Parvîn Buldan û Mithat Sancar tevlî wê bûbûn.
