Li Washingtonê 4 kes hatin kuştin

Serokatiya Trump bi xwînê bi dawî dibe
Hejmarek ji alîgirên Trump di nava avahiya Kapîtol de / Wêne: AFP
Hejmarek ji alîgirên Trump di nava avahiya Kapîtol de / Wêne: AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Washingtonê piştî derketina aloziyê di navbera alîgirên Serok Donald Trump û polîsan de, 4 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek kes hatin desteserkirin.

Piştî ku alîgirên Serok Trump derbasî avahiya Kapîtol bûn ji bo rê li ber Kongressê bigirin ta ku serkeftina serokê hilbijartî Joe Biden pesend neke, 4 kes hatin kuştin û 52 kes jî hatin desteserkirin.

Serokê Polîsa Washingtonê Robert Conti şeva borî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piştî ku qedexeya çûnûhatinê li bajêr hat ragihand, hejmarek kes hatin desteserkirin û bi hin kesan re çekên neyasayî hebûn.

Her wiha ragihand ku di hundirê navenda Komîteyên Komarparêz û Demokratan de û li avahiya Kapîtol hin cureyên bombeyan û molotof hatin dîtin.

Ji aliyê xwe ve, serokê hilbijatî yê Amerîka Joe Biden li ser tundûtûjiya li Washingtonê di konferanseke rojnamevanî de got: “Di vê demê de demokrasîya me di bin êrîşeke bêhempa de. Ev êrîşeke li dijî azadiyê de ye.”

Bîden got jî, divê Trump biqasî berpirsatiyê be û ji alîgirên xwe daxwaz bike ku dorpêça li ser Kongressê bi dawî bikin.

Ji aliyê xwe ve, Trump di twîteke xwe de ji alîgirên xwe xwast aram bin û piştgiriyê bidin polîs û hiqûqê.