Sedema şerê li Silêmaniyê hat eşkerekirin

Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê eşkere kir ku şer ji ber xeletfêmkirinê derketiye.
Hêzên Asayîşa Silêmaniyê, wêne: arşîv
Hêzên Asayîşa Silêmaniyê, wêne: arşîv

Silêmanî (K24) – Piştî ku îro li rêbenda Tasluce ya Silêmaniyê di navbera karmendên asayîşa Silêmaniyê û hêzeke Pêşmerge de şer derket  û karmendekî asayîşê jiyana xwe ji dest da û çend endamên asayîşê jî birîndar bûn, Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê eşkere kir ku şer ji ber xeletfêmkirinê derketiye.

Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand: “Dema wesayîteke ser bi hêzên Pêşmerge derbas dibû, şerê devkî di navbera wan de derketiye û bi kêran êrîşî karmendên asayîşê hatiye kirin.”

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Îro danê sibehê 10ê Sibata 2021ê li rêbendeke Tasluce, dema wesayîteke ser bi hêzên Pêşmerge derbas dibû, di navbera Pêşmerge û karmendên rêbendê de xeletfêmkirinek qewîmiye û bûye şerê devkî û ji aliyê Pêşmergeyan ve bi kêrê êrîşî çend karmendên asayîşê hatiye kirin û karmend hatine birîndarkirin. Mixabin karmendê asayîşa rêbenda Tasluce Şaxewan Ehmed Mehmûd, ji ber giraniya birînê, şehîd bû, pênc karmendên din jî birîndar bûn.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ragihandin: “Demildest lijneyek ji bo lêkolînê hat pêkanîn û her du aliyên ku bûne sedema derketina kêşeyê, bi biryara dadwer, hatin ragirtin.”