Hevpeymaniya Navdewletî: Hevkariya me ya bi Pêşmerge re berdewam e

Fermandarê Fermandariya Navenda Hemahengî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê David Williams ragihand; ji sala 2016an ve heta niha nêzîkî milyarek dolar hevkariya Pêşmerge hatiye kirin.

Hewlêr (K24) – Fermandarê Fermandariya Navenda Hemahengî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê David Williams ragihand; ji sala 2016an ve heta niha nêzîkî milyarek dolar hevkariya Pêşmerge hatiye kirin û hevkarî jî berdewam e.

David Willams beşdarî bultena Kurdistan24ê bû û li ser pêngavên reform û yekkirina hêzên Pêşmerge diyar kir: “26 pakêtên cuda hene ku Amerîka, Brîtanya, Almanya û Holanda li ser dixebitin û li hinek pakêtan pêşveçûneke gelek baş pêk hatiye, lê ji bo yekbûna temamî ya hêzên Pêşmerge, daxwaz û biryareke siyasî ya yekalîker pêwîst e.”

Willams li ser vê mijarê destnîşan kir: “Ez kêfxweş im û cihê şanaziyê ye ku ez li vir bi Pêşmerge re dixebitim. Alîkariyên ji bo hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê jî dê bidomin. Alîkariyên xurek, sotemenî, fîşek, çek û wesayît li xwe digrin. Herwiha em di çarçoveya alîkariyan de mehane 20 milyon dolar alîkariya Pêşmerge dikin.”

Herwiha diyar kir: “Em ligel hevpeymanên xwe, ji bo modernkirina Pêşmerge dixebitin. Ji sala 2016an ve, me nêzîkî milyarek dolar alîkariya Pêşmerge kiriye, beşeke mezin a wê alîkariyê, wek alîkariya darayî bû, lê tevî wê jî, çek, sotemenî, wesayît û alîkariyên din jî li xwe digrin. Bi kêfxweşî, em wan alîkariyan didomînin.”

Fermandarê Fermandariya Navenda Hemahengî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê David Williams eşkere kir: “Ez vê jî bibêjim; li gor alîkariyên ku ji hêzên Iraqî re hatine dayîn, ya ku ji Pêşmerge re hatiye kirin gelek kêm e. Me ligel konsulxaneyên xwe, wek konsulxaneyên Amerîka, Brîtanya, Almanya û Holandayê tîmeke şêwirmend a navdewletî pêk aniye ji bo şêwirmendiya Wezareta Pêşmerge di proseya reform û yekkirina hêzên wan de.”

David Williams eşkere kir: “26 pakêtên me yên cuda li ber destê me ne û hinek ji wan wek pêwendî, lojîstîk û pêkanîna hêzeke niştimanî, pêşveçûneke gelek baş hatiye bidestxistin. Lê belê tevî vê yekê jî, divê biryareke siyasî ya dijwar hebe ji bo yekkirina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê.”