Demîrtaş: Li Bakurê Kurdistanê komkujiyek tê kirin
Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş rexneyên giran li hikûmetê girt û got, "Serokwezîr dibêje di navbera 15 rojan de bûyer wê bidawî bibin, ne 15 roj mehek, Serokwezîr soz dide ku heger berevajî sekinînê bûyer xurtir û PKK bihêztir bibe ew ê îstîfa bike gelo?"

K24 – Navenda Nûçeyan

Selahattîn Demîrtaş beriya civîna Encûmena Partiyê axivî û diyar kir ku wan wek HDP rojeva xwe ya yekem wek şer û pevçûn diyar kirine û di biryara xwe de wê berdewam bin.
Demîrtaş îdia kir ku li Bakurê Kurdistanê komkujiyek tê kirin û her wiha dewlet rewşê vedişêre. Li gor demirtaş hikûmet her diçe tûndtir dibe û her wiha ji qonaxa "yek millet, yek dewlet"ê niha qonaxa "yek partî, yek mirov" tê jiyan.
Demîrtaş behsa nakokiyên di nav AK Partiyê de jî kir û her wiha derbarê Recep Tayyip Erdogan de got "mirovê li qesrê êdî mirovê dozê nîn e."
Selahattin demîrtaş bangî karmendên ku cihê şer û pevçûnan dijîn kir û got, "hûn jî tevlî sûcê dewletê dibin, karên dijî yasayê nekin hûn ê bêne darazandin"