Li Cizîrê 31 termên din bo nexweşxaneyê hatin veguhestin
Li navçeya Cizîrê 31 termên din ên endamên Yekîneyên Parastina Sivîl û gerîlayên PKKê şandin nexweşxaneyê. Bi vî awayî heta niha di 3 jêrzemînan de 82 cenaze hatin derxistin.
K24 – Şirnex
Li navçeya Cizîrê 31 termên din ên endamên Yekîneyên Parastina Sivîl û gerîlayên PKKê şandin nexweşxaneyê. Bi vî awayî heta niha di 3 jêrzemînan de 82 cenaze hatin derxistin.
Li Cizîrê piştî 59 rojan doh li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina derve û operasyonên hêzên ewlekariya Tirkiyê bi dawî bûn. Di roja dawî ya operasyonan de li taxa Cûdî û Sûrê di jêrzemînan de 31 termên din ên Yekîneyên Parastina Sivîl û gerîlayên PKKê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Pêr jî 30 term şandibûn bajarên Mêrdîn , Riha û Şirnexê. Bi vî awayî di hefteya dawî ya operasyonan de di 3 jêrzemînan de 82 kes hatin kuştin. Hate gotin ku 67 kes jî bi birîndarî hatine girtin.
HDPê, beriya şerê dawî ragehandibû ku li Cizîrê di dema ragihandina qedexeyê de 112 sivîlan canê xwe ji dest daye. Artêşa Tirkiyê jî, encamên dawî ragihandibû ku li Cizîrê 574 endamên Yekîneyên Parastina Sivîl hatine kuştin.