Barzanî û Şahê Urdinê rewşa navçeyê nirxandin

Serokê Herêma Kurdistanê ligel çendîn rayedarên cîhanê civiya ye.

K24- Munchen

Di çarçoveya Konferansê Ewlehiyê yê Munchenê de, Serokê Herêma Kurdistanê ligel çendîn serkirde û rayedarên cîhanê civiya.

Peyamnêrê K24ê li Munchenê diyar kir ku, beriya bîstekê Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî ligel Şahê Urdinê, Ebdulla Kurê Hisên civiya.

Berzanî berê jî ligel çendîn rayedarên din civiya bû.

Di civînê de, pêşhatên siyasî û leşkerî û ewelhî yên dawiyê li Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Biryar e sibe, duyemîn roja kongreya Munchenê bo Asayişa Cîhanê, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî panelekê encam bide.

Di wê kongreyê de, 23 serok û 50 wezîrên welatan beşdar dibin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yek ji beşdarên wê kongreyê ye.

Pirsa rûbirûbûna DAIŞê, terorê û krîza penaberan û nakokiyên di navbera welatan ji girîngtirîn mijarên kongreya Munchenê ne.

Fly Erbil Advertisment