Heşda Şeibî çar Kurdên din bê sorax kirin.

Çar hevwelatîyên bajarê Hewlêrê li rêya Bexda li bazgeheka Heşda Şeibî hatin girtin û heya berhevkirina evê nûçeyê bê soraxin.

K24- Hewlêr:

Çar hevwelatîyên bajarê Hewlêrê li rêya Bexda li bazgeheka Heşda Şeibî hatin girtin û heya berhevkirina evê nûçeyê bê soraxin.

Li gor wan zanyarîyên ji jêderekê berpirs û haydar ji bûyerê ku bi dest malpera Kurdistanê 24 kevtine. Duhî demjêr 6:00 speedê, çar hevwelatîyên Kurd ji xelkê Hewlêrê ku hevdem endamên nawçeya yek a Fermandeyîya Pasewanên Sinûrin li Hewlêr ber bi Bexdayê çûne.

Li gor zanyarîyên evî jêderî, ev çar xort li ser mîlaka Bexdane û rajeya wan li sinûra Hewlêrê bûye û fermanddarê  fermandeyîya wan bi firokeyê serdana Bexdayê kirîye û ewan jî vîyane biçin Bexda, lê li rê dengubasên wan nemane  hevbendîyên wan bi kasûkarên wan hetine pirçandin. Ev çar pasewan ên sinûr bi çek ve çûne û pasewanên fermanddarê yekeya xwe  bûne û otmobîleka landikroz pê re bûne.

Li gor zanyarîyên Kurdistan 24 her yek ji fermanddarê wan û Wezîrê Berevanîya Îraqê û wezîrê Hindûrîyê Îraqê hatine agahdarkirn  li ser evê pirsê.

Birayê yek ji wan çar kesên bê sorax ji Kurdistan 24 re got hêj me ti zanyarî li ser wan bi dest ve nehînaye.

Ew çar Xort ku navên wan (Şîmal, Sware, Kerîm û Geylan) ser bi Wezareta Berevanî ya Îraqêne û li çarçove ya Fermandeyîya Pasewnên Hewlêr dewam dikirin.

Peyamnêrê Kurdistan 24 li Kerkûkê regahand ku hijmareka ji kesû karên wan hevwelatîyan li pêşîya nexwoşxaneya Kerkûkê kombûne heya ku fişarê bixin ser çekdarên Heşda Şeibî û kesûkarên wan azad bikin ji ber ku hijmareka birîndarên Heşda Şeibî di nexoşxaneya Kerkûkê dene.

Herwehaduhî Kurdistan 24 ragehandibû ku 3 ji pasewanên Serokatîya Komarê ku Kurdin  û xelkê Kerkûkêne li nêzîk devera  Amirlî li ba Hşda Şeibî hatin revandin.

Herweha duhî  jî çar Hevwelatîyên din ji xelkê Derbendîxan ku şufêrên barhilgiran bûn, ji alîyê Heşda Şeibî ve hatin revandin.

Hijmara ev hevwlatîyên heya niha  ji alêyê Heşda Şeibî ve hatine revandin bi duristî nehtîey zanîn, lê li gor zanîyarîyên Kurdistan 24 duhî hijmara wan gehiştîye 11 kesan.