Wezîrê derveyê Turkîya; Pêdivîye hêrişa zemînî li Suryayê bihê encamdan.

Mewlûd Çawîşoglo, wezîrê derveyê Turkya ragehand: Pêdivîye hêrişa zemînî li Sûrya bihê encamdan

K24- Hewlêr:

Mewlûd Çawîşoglo, wezîrê derveyê Turkya ragehand: Pêdivîye hêrişa zemînî li Sûrya bihê encamdan.

 

Di giftûgoyeka rojanmevanî de, Mewlûd Çawîşoglo wezîrê derveyê Turkyayê ragehand: Pêdivîye hêrişa zemînî li Surya bihê encamdan û Seûdîye bi me re ragehandine , eger pêdivî bike hêzeka serbazî li bingeha Encerlîk  dê cihgîr bikin.

Çawîşoglo got jî: Turkya û Seûdîye di destpêka duristbûn a Daişê daxwaza encamdana hêrişên zemînî li Sûryayê kirin û Seûdîye û Turkya hev nerînin li ser çawanîya reftarkirinê li Sûryayê.

Wezîrê derveyê Turkyayê, amaje bi wê yekê kir: Şandeka serbazîya Seûdîye serdana bingeha serbazîya Encerlîk kirine û Seûdîye firokeyên cengîyên xwe  li bingeha Encerlîk dê cêgîr bike.

Li ser pişikdarîya welatê wî di hêrişa zemînî de li Suryayê, Mewlûd Çawîşoglo got: Turkya amadeye di çarçoveya pilaneka sitratîcî de pişikdarîyê di hêrişa zemînî li Suryay; bike.

Behsê wê yekê jî kir: Li ser astê serbazî û sistema berevanîyê hemahengîyek mezin di navbra Turkya û Seûdîye de heye.

 

Jîder: Heber Turk