Barznî li gel Wezîrê Karûbarên Derveyê Turkyayê kom bû.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Miyonşinê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoğlu re hevdîtinek pêk anî.
K24- Miyonşin:
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Miyonşinê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoğlu re hevdîtinek pêk anî.
Serokê Herêma Kurdistanê ku niha ji bo 52. Konferansa Ewlekariyê li Miyonşinê ye bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoğlu re hevdîtinek pêk anî. Serokê Dîwana Serokatiyê Fûad Husên, Berpirsyarê Pêwendiyên Derve Felah Mistefa û rawejkarê Karên Derve yê Tirkiyê Feridun Sinirlioğlu jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Di kombûnê de behsa şerrê Daiş û rewş a sîasîya Îraqê û peywendîyên dinavebera Hewlêrê Enqere hatin kirin.
Li çarçove ya rêveçûna Konfiransa Miyonşinê, şanda Herêma Kurdistanê bi serokatîya Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê hijmareka dîdar û kombûnên cudacuda encmadan. Barzanî li gel her yek ji Heyder Ebadî serok wezîrên Îraqê, Şah Ebdûlla şahê Ûrdinê, Temam Selam serok wezîrên Lûbnanê û Pawlo Cêntîlonî wezîrê derveyê Îtaliya Kom bû. Serok wezîrên Lûbnanê ragehand: Ewan mitmane û bawerî bi berpirsyaretî û serkirdatîya Mesûd Barzanî heye. Hevdem wezîrê derveyê Îtaliya Pawlo Cêntîlonî di dîdareka taybet de bo Kurdistan 24 li ser rifrandomê û mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê, ragehand; Kurd biryara xwe dide em rêz ji wê biryarê digirin.