Ewropa derbarê Cizîrê de agahiyan ji Tirkiyê dixwaze
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê, ser gotinên ku li Cizîrê birîndarên sivîl bo nexweşxaneyan nehatine rakirin, ji Tirkiyê xwest agahî û parêznameya xwe bide.
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê, ser gotinên ku li Cizîrê birîndarên sivîl bo nexweşxaneyan nehatine rakirin, ji Tirkiyê xwest agahî û parêznameya xwe bide.
Dadgeha Ewropayê heta 15'ê Sibatê molet da Tirkiyê ku, derbarê kuştina sivîlan de agahî û parêznameyekê berfireh pêşkêşî dadgehê bike.
Parêzer Ramazan Demîr û Serokê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan, bi armanca rizgarkirina 9 birîndarên sivîl yên li Cizîrê, serdana Dadgeha Mafê Mirovan kirin.
Dadgehê di nava demek kurt de ji Tirkiyê xwest, derbarê rewşa birîndaran de agahî bidê û heta 15'ê sibatê parêznameya xwe amade bike.
Saziyên civaka sivîl û rayedarên HDP'ê dan xuyakirin, piştî dawîbûna operasyonên Cizîrê, 115 term bo nexweşxaneyan hatine rakirin.