Demirtaş : Hikûmeta Tirkiyê şer berfireh dike
Hevserokê HDPê Selahatîn Demirtaş, li Diyarbekirê beşdarî şîniya Sileyman Guzelê 19 salî bû ku 4 roj berê di xwepêşandanên Diyarbekirê de birîndar bûbû û 2 roj berê jî canê xwe ji dest dabû.
K24- Diyarbekir
Hevserokê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Selahatîn Demirtaş, li Diyarbekirê beşdarî şîniya Sileyman Guzelê 19 salî bû ku 4 roj berê di xwepêşandanên Diyarbekirê de birîndar bûbû û 2 roj berê jî canê xwe ji dest dabû. Demirtaş li ber avahiya şîniyê bersiva pirsên rojnamevann da.
Hevserokê HDPê rexneyên tund li hikûmeta Tirkiyê girtin ku hem di nav Tirkiyê de, hem jî di polîtikayên derve de şer û aloziyan zêde dike û dibe egera karasatên mezin. Demirtaş bal kişand ser wê yekê ku ji ber şer li her bajarî şînî hatine danîn, li terman êşkence tên kirin û tên şewitandin.
Demirtaş Hikûmeta Tirkiyê û rayedarên wê bi şerxwazî tawanbar kirin û polîtîkayên wan şibandin polîtîkayên Enwer Paşayê ku bûye egera belavbûna Împaratoriya Osmaniyan û li Qersê jî 90 hezar leşker daye kuştin.
Demirtaş diyar kir ku, ewê her tim wek HDP, ji bo hêviyên bi danûstandinan û diyalogê çareser kirina pirsgirêkan hewldanên xwe bidomînin û rexne li Serokwezîrê Tirkiyê girt ku dixwaze şer li Sûriyê bide destpê kirin.
Herwiha ragihand ku bê destûra yekîtiya navdewletî bi operasyoneke wiha Tirkiye - Qeter û Erebistana Siûdiyê dê bibin dagirker. Demirtaş, tekez kir ku divê Tirkiye bi Kurdan re hevpeymaniyê bike, dest jî dijminahiya Kurdan berde, wekî din nikare bi tu awayî serkeftinê bidest bixe.