PSK, dixwaze li Tirkiyê bibe partiyeke legal

Sekreterê PSKê Mesût Tek li Enqerê li ser pêvajoya legal a rêxistinê û serdema serîlêdana fermî ya bo damezrandinê got ku êdî dema avabûna partiyeke bi navê Kurdistanê hatiye.

K24 – Enqere

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li ser legalîzekirina rêxistinê li Enqereya paytexta Tirkiyê civînek saz kir. Di civînê de li ser pêvajoya şer û pêvçûnan, rûdanên li Rojhilata Navîn û amedekariyên Serok Barzanî yên derbarê ragihandina Kurdistaneke serbixwe de hat rawestandin.

Sekreterê PSKê Mesût Tek doh li Enqerê li ser pêvajoya legal a rêxistinê û serdema serîlêdana fermî ya bo damezrandinê diyar kir ku êdî dema avabûna partiyeke bi navê Kurdistanê hatiye û ji bo vê yekê ew ê roja Newrozê serî li dezgehên fermî bidin.

Mesût Tek di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de li ser pêvajoya siyasî û dîrokê ya çar parçeyên Kurdistanê rawestiya û got: “Divê di nav Kurdan de yekîtiyek pêk were. Li her çar parçeyên Kurdistanê pêwîst e Kurd ji bo berjewendiyên xwe tevbigerin. Li Herêma Kurdistanê hikûmet û Birêz Barzanî amadekariyên ragihandina Kurdistaneke serbixwe dikin. Ev ji her sê parçeyên din ên Kurdistanê re dê rê li ber rûdan û pêşveçûnên erênî veke.”