Amerîkayê bangî Tirkiyê kir: Êrîşên xwe rawestîne
Amerîkayê li himberî êrişa artêşa Tirkiyê ya dijî şervanên YPGê nerazîbûn nîşan da û bang li Tirkiyê kir ku êrişên xwe rawestîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîkayê li himberî êrişa artêşa Tirkiyê ya dijî şervanên YPGê nerazîbûn nîşan da û bang li Tirkiyê kir ku êrişên xwe rawestîne.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby, derbarê topbarankirina çeperên şervanên YPG û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji aliyê artêşa Tirkiyê ve ragihand ku Kurdên Sûriyê û hêzên bi YPGê re di nav peywendiyê de ne û hatine hişyarkirin daku rewşa aloz a herêmê wek derfet bikar neyînin bo bidestxistina deverên nû.
John Kirby diyar kir ku bûyerên li bakurê Helebê gumanan ji wan re çêdike û got: "Tirkiyê bi topan êrişî aliyê din ê sînor kir. Me ji Tirkiyê xwest ku dest ji êrişên wiha berde."
Artêşa Tirkiyê, doh bi topan li çeperên YPG û HSDê yên li nêzîk; balafirgeha Minixê ya bajarê Ezaza Sûriyê dabû. Rayedarên Tirk dibêjin, YPG "pîvanên me" binpê kiriye lewma çeperên wan hatine topbarankirin.
Piştî topbaranê Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ji bajarê Erzincanê yê Bakurê Kurdistanê ragihandibû ku eger pêwîst bike, wek tedbîrên wan li Iraq û Qendîlê kirine, dê li Sûriyê jî bikin.
