Hêro Îbrahîm Ehmed Serexweşîyê li Esed dike.

Koçkirina dawîya dîya Beşar Esed serokê rijîma Suryayê, egera serkîya şandina nameyeka serexweşîyêye ji alîyê Hêro Îbrahîm Ehmed bo Beşar Esed.

K24: Silêmanî:

Koçkirina dawîya dîya Beşar Esed serokê rijîma Suryayê, egera serkîya şandina nameyeka serexweşîyêye ji alîyê Hêro Îbrahîm Ehmed  bo Beşar Esed.

Sayitên nêzîk ji Yekêtîya Nîştîmanî ya  Kurdistanê li Suleyamnîyê ragehandin, ku roja 15yê/Subatê/2016 Hêro Îbrahîm Ehemed Hevserê Serokê giştîyê Yekêtî Nîştîmanî ya Kurdistanê, Cela talebanî, serexweşîya xwe gehandîye Beşar Esed.

 Di nameyê de Hêro Îbrahîm Ehemed , Beşar Esed bi (birayê rêzdar) nev birîye û dayka Esed jî bi (payebilind)  pesin kirîye û li stayîşkirin a wê jî Hafiz Esed bavê Beşar jî bi bîr anîye û stayîş û pesna wî jî kirîye.

Di nameya serexweşîyê de hatîye: bi kul û xemeka mezin ve me nûçeya wexerkirina dawî ya (Enîse Mexluf) dîya hewe yên rêzdar bihîst ku me ew perrê hest, rêz, sûpasî,evîn û birhatin bo wê û canê serokê koçkirî Hafiz Esed Heye.

Herweha di nameyê de hatîye. Ev hesta mezan ku ji nîva wîjdanê serhildaye, berhemê slaye ji birayînîyê û hevalînîyê ku time  bi xêr û aştî û karên hevpişik em kom dikirîn. Bi awayek ku berjewendî û tenhî û herdû gelên me û pêşkevtina deverê têdye.

 

Di dawîyê de hatîye: Cenabê serok di vê hilkevta nexweş de tekezê li ser bi hêzîya hesta birayînîyê û hevalînîyê dikin û ji dil ve serexweşîya xwe digehînin  hewe û malbata hewe yê rêzdar û daxwazê ji Xwedayê mezin dikin sebir û hedarîyê bide hewe û koçkirîya paye bilind jî bixe ber rehma  xwe û cihê wê behest berfireh be û gelê Surayayê jî bi aştî û azadî û asyayîşê û bextewerîyê bigehêje.

Yekêtîya nîştîmanîya Kurdistanê li Dîmeşqê yekem beyannameya  damezrandin a xwe belavkirin li sala 1976. Di qonaxa jîyana sîyasîya sikirtêrê Giştîyê YNK, Celal Talebanî Surya bi dostekekê serkîyê Yekêtîya Nîştîmanî hijmar dikir û her yek ji Talebanî û Hafiz Esed hevbendîyeka dostane hebûne.

Ev ne cara yekêye berpirsên yekêtî, hevxemîya xwe bo malbat a Esed diderbirin û li destpêka şerrê Sûryayê, di demekê de ku gelên Suryayê li benda herifana Esed bûn,  serokê berê yê Îraqê Celal Talebanî bi hilkevta mirina kesên di anv binemalleya Esed de birûskeyên serexweşîyê bo Beşar Esed şandibûn.