ENKSê daxwaza rawestandina operasyonên Tikriyê kir
Artêşa Tirkiyê ev zêdeyî sê mehane, operasyonan li dijî bajar û bajarokê Bakurê Kurdistanê bi hiceta şerê li dijî PKKê dest pê kirye, di encamde bi sedan welatiyên sivîl hatine kuştin.
K24-Qamişlo
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) tawanên Artêşa Tirkiyê derheqê miletê Kurd li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û daxwaz ji Tirkiyê kir ku, operasyonên xwe li ser navçe û bajarên Kurdan rawestîne û li proseya aştiyê vegere.
Derbarê vê helwesta ENKSê ji êrîşên Artêşa Tirkiyê li ser herêmên Kurdî li Bakurê Kurdistanê, Emîndariya Giştî ya ENKSê daxuyaniyek belav kir, tê de wiha hatibû gotin:"Roj bi roj nûçeyên zilim û zordariya ku Artêşa Sûriyê derheqê welatiyên Sivîl li Bakurê Kurdistanê bi hiceta şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistan(PKK) zêde dibin, tawana dawî yê jî komkujiya ku li Cizîra Botan kirî, berî wê jî li Şirnax û Sûra Diyarbekrê û Nisêbînê operasyon encam dabûn."
Di daxuyaniyê de ENKSê, êrîşên Artêşa Tirkiyê li navçe û herêmêm Bakurê Kurdistanê şermezar kir, daxwaz ji Tirkiyê kir ku wan operasyonan rawestîne û li proseya aştiyê vegere.
Herwiha ENKS daxwaz ji PKKê jî kir ku şer û pevçûnan ji bajaran Kurdî dûrbixe, di heman demê de daxwaz ji HDPê jî kir ku li gel partiyên din ên Bakurê Kurdistanê kar bkin daku bigehin çereseriyeke siyasî ji pirsa Kurd li Tirkiyê de.
Artêşa Tirkiyê ev zêdeyî sê mehane, operasyonan li dijî bajar û bajarokê Bakurê Kurdistanê bi hiceta şerê li dijî PKKê dest pê kirye, di encamde bi sedan welatiyên sivîl hatine kuştin.