"PYD beşdarî ti xwepêşandanên Şoreşa Sûriyê nebûye"

Wek tê zanîn ku kongreya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê PYDê li ser daxwaza Tirkiyê nehate vexwendin, lema ew çaverêye ku di gera duyemîn de beşdar bibe.

K24-Navenda Nûçeyan

Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd di Itîlafa opozîsyona Sûriyê û Endamê Şanda danûstandinan li kongreya Cenêv3 Fuad Elîko ragehan ku, Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) beşdarî di yek xwepêşandanên  Şoreşa Sûriyê de, herwiha  pabendî bi her sê rêkeftinên li gel ENKS jî nekirye heta ku bibe beşek ji Opozîsyona Sûriyê.

Derbarê hewlesta PYDê ji rejîma Sûriyê û kongreya Cenêv3 Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd di Itîlafa Opozîsyona Sûriyê û Endamê Şanda danûstandinan li kongreya Cenêv3 Fuad Elîko bo rojnameya Şeriq El-Ewsed re wiha got: "Ji dest pêkê de, PDYê nedixwest rejîma Sûriyê biruxe, bejderî di ti xwepêşandanên li dijî rejîmê nekir, herwiha pabendî bi her sê rêkeftinên li gel ENKSê jî nekir hetanî ku bibe beşek ji Opozîsyona Sûriyê."

Elîko da zanîn ku PYDÊ tenê herêmeke serbixwe dixwaze bêyî ku beşdariyê di hilweşandina rejîma Sûriyê de bike.

Derbarê rewşa Sûriyê Elîko wiha ji rojnameya Şerq El-Ewsed re axifî: "Rewş berî kongreya Munichê ne weke piştî kongirê ye, hewlet hatin guhertin, Tirkiyê û Erbistana Siûdiyê guhertin di helwesta Amerîkayî derbarê mana Esed de kir, êdî dixwazin li derencamên Cenêv1 vegerin ku dibêje pêwîste Esed di qonaxa Veguhêz de yaw î welatî de nemîne."

Wek tê zanîn ku kongreya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê PYDê li ser daxwaza Tirkiyê nehate vexwendin, lema ew çaverêye ku di gera duyemîn de beşdar bibe.