Emerîka û Fransa dijî êrîşên Tirkiyê ne
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Fransa li hemberî êrîşên Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan. Her du dewletan ji Tirkiyê xwestin ku topbarankirina Rojavayê Kurdistanê bidawî bîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Fransa li hemberî êrîşên Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan. Her du dewletan ji Tirkiyê xwestin ku topbarankirina Rojavayê Kurdistanê bidawî bîne.
Piştî ku artêşa Tirkiyê çeperên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên li navçeya Azezê ya Rojavayê Kurdistanê da ber topan ji dewletên Yêkbûyî yên Emerîkayê û Fransayê daxuyaniyên nerazîbûnê hatin.
Cigîrê Serokê Emerîkayê Joe Biden bi riya telefonê bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu re pêwendî danî û got ew şîretan li YPGê dikin daku desthilatdariya xwe ya li ser erdê berfirehtir neke lê belê divê Tirkiye jî êrîşên xwe yên li dijî YPGê bidawî bîne.
Herwiha beriya Biden, Berdevkê Wezareta Derva ya Emerîkayê John Kîrby jî di heman çarçoveyê de bang li Tirkiyê kiribû ku dest ji êrîşên xwe yên li hemberî Rojavayê Kurdistanê berdê.
Fransa jî derbarê êrîşên Tirkiyê de bêdeng nema û hişyarî da. Wezareta Derva ya Fransayê diyar kir ku ew ji ber bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û Halebê nîgeran in. Herwiha divê Tirkiye topbaranên xwe yên li wan deveran bi dawî bîne.
Di vê çarçoveyê de şevê din jî Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bi riya telefonê ligel Şewirmenda Elmanyayê Angela Merkel axifî û da zanîn ku YPG bi piştgiriya êrîşên asimanî yên Rusyayê êrîşê Azez û Tel Rifatê dike û ev yek jî dibe sedema koça welatiyên Suriyeyê. Davutoglu dibêje ku YPG hewl dide krîzeka mirovî dêrxîne, ji ber vê yekê ew derfetê nadin YPGê û dê êrîşên wan berdewam bin.
2 roj berê artêşa Tirkiyê şeperên YPGê yên li navçeya Azez û Tel Rifatê dabû ber topan. Di encamê de 3 endamên Hêzên Suriyeya Demokratîk canê xwe ji dest dabûn û 4 jin û 2 zarok jî birîndar bûbûn.
Tirkiye sedema topbarênên xwe bi hinceta gef û êrîşên YPGê ve girê dabû. Lê belê berdevkê YPGê yê bajarê Efrînê iddiayên Tirkiyê derew dêrxistibûn û gotibû ku wan guleyek jî bernedane Tirkiyê.