Li Diyarbekirê polîsan êrîşî xwepêşanderan kirin

Polîsên Tirk li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê êrîşî xwepêşanderan kirin ku girtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan şermezar dikirin.

K24 – Diyarbekir

Polîsên Tirk li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê êrîşî xwepêşanderan kirin ku girtina Serokê PKKê Abdullah Ocalan şermezar dikirin.

Bi armanca şermezarkirina girtina Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, welatiyên Diyarbekirê xwepêşandan kirin lê belê ketin ber êrîşa polîsan.

Bi sedan kes li meydana Batikent a Diyarbekirê kom bûn. Welatiyan bi dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo" dest bi meşê kirin, lê belê polîsên Tirk li kolana Emekê êrîşî gel kirin.

Li hemberî êrîşa bi ava bihêz û gaza rondikrêj, ciwanan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan. Li taxê bi dehan TOMA û otomobîlên zirxpoş digerin û li nav kolanan jî şer berdewam e.

Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan beriya 17 salan îro (15.02.1999) li paytexta Kenyayê Naîrobiyê hate girtin û di balefirxaneya wî bajarî de radestê hêzên taybet ên Tirkiyê hate kirin.

Fly Erbil Advertisment