“Dewletê 145 cenazeyên Cizîrê veguhestine bajarên din”

Şanda ku lêkolînan derbarê bûyerê de dike, agahiyên nû weşandin.

K24- Diyarbekir

Şanda ku derbarê bûyerên Cizirê de lêkolînê dike li Diyarbekirê di konferansekî rojnamevanî de agahiyên dawî weşand. Li gorî agahiyên şandeyê, heta niha 145 cenaze hatine tomarkirin lê belê hê jî nasnameya piraniya cenazeyan diyar nebûye.

Nûnerên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), MEYA-DER û Komeleya Hiqiqnasên Mezopotamyayê (MHD)ê  ji ber ku nasnameya kesên di bûyerên li Cizîrê de canê xwe ji dest dane eşkere bikin û kiryariyên nasnameyên wan bi rastî bêne kirin şandeyek ava kiribûn. 

Şandeyê îro li avahiya DBPê ya Diyarbekirê agahiyên di destê wan de ne parve kirin. Hevseroka Şaxa Diyarbekirê ya Meya-Derê Eyşe Dîcle ragihand ku, dewletê 25 cenaze birine Rihayê, 49 cenaze birine navçeya Silopiyê, 13 cenaze birine Şirnexê, 12 cenaze birine Mêrdînê, 16 cenaze birine Cizîrê û 20 cenaze jî birine Dîlokê. 

Dîcle dibêje hê jî kiryariyên otopsiya van cenazeyan bi dawî nebûye û gelek cenaze ji ber ku şewitîne an jî parçe parçe bûne nayên naskirin û wiha berdewam kir: “Bila malbatên van cenazeyan bêne Mêrdînê û ji xwîna xwe mînakan bidin da ku di testa DNAyê de bi kêrî diyarkirina nasnameya cenazeyên were.”