Ebadî: Rîfrandom bi armanca cûdabûnê rewşê aloztir dê bike.

Heyder Ebadî serok wezîrên Îrqê, di dîdarekê de li gel telefizyona fermîya Îraqê, dibêje: Rifrandoma Herêma Kurdistanê egereke bo zêdekirina alozîyê di nevbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê.

K24: Bexda:

Heyder Ebadî serok wezîrên Îrqê, di dîdarekê de li gel telefizyona fermîya Îraqê, dibêje: Rifrandoma Herêma Kurdistanê egereke bo zêdekirina alozîyê di nevbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê.

Herweha got: berjewendîya Kurd û hemû Îraqîyan  di wê yekê de ye ku bi hev re bimînin.

Serok wezîrên Îraqê Heyder Ebadî li ser şandina petrola Herêma Kurdistanê, got: Herêm pereyê wê petrolê diwergire ewa dişîne derve; Lê çima hebûna zelalîyê nine di dahata petrolê de.

Amaje jî bi wê yekê da ku eger Herêma Kurdistanê bi rêya Bexdayê re petrolê bifroşe û bişîne, wê çaxê em mûçeyên fermanberan dê bidin.