Şandeka Herêma Kurdistanê Gehişte Bexdayê.

Bi armanca gêngeşekirinê li ser arîşeya rêgîrîyê ji hinartina berhemê pelewerîya Herêma Kurdistanê bo Îraqê, dmekê berî niha şandeka Herêma Kurdistanê gehişte Bexdayê.

K24- Hewlêr:

Bi armanca gêngeşekirinê li ser arîşeya rêgîrîyê ji hinartina berhemê pelewerîya Herêma Kurdistanê bo Îraqê, dmekê berî niha şandeka Herêma Kurdistanê gehişte Bexdayê.

Ebdulsitar Mecîd Wezîrê Çandinê û Jêderên Avê ya hikumeta Herêma Kurdistanê bi malpera Kurdistan 24 ragehand: Berî demekê şanda Herêma Kurdistanê gehişete Bexdayê û li gel Komîteya Blaya rûbrûbûna Enfilonza firindan li Îraqê dê kombîn, bi armanca hilweşandina biryara qedexekirina hinartina berhemê pelewerîya Herêmê bo bajarên Îraqê.

Li ser pêkhateya şandê jî got: Ji bilî min wek wezîrê Çandinê, wezîrê Saxlemîyê û rêveberk pişikdarin di şandê de bû gêngeşekirinê li gel berpirsên Bexdayê.

Amaje bi wê yekê jî kir ku dûvçûnê dê bikin li ser pereyên genima cotkarên Kurdistanê di dû salên bûrî de ku heya niha pereyê wan nehatine xerckirin. Pêkola rijt dikin dakû wezareta Bazirganîya Îraqê pereyê genima cotkaran xerc bike.