Bazirganiya Sine ligel Kurdistanê nêzîka milyarek dolar e
Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê di 10 mehên borî de zêdeyî 600 milyon dolar bazirganî ligel Herêma Kurdistanê kiriye û li gor sala borî ji sedî 3 zêde bûye.
K24 – Hewlêr
Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê di 10 mehên borî de zêdeyî 600 milyon dolar bazirganî ligel Herêma Kurdistanê kiriye û li gor sala borî ji sedî 3 zêde bûye.
Di vê derbarê de Rêveberê Gumrika Parêzgeha Sine Bextiyar Rehmanîpûr, ragihand ku di 10 mehên borî de bi behayê 600 milyon dolar bazirganî ligel Herêma Kurdistanê kirine û ew kel û pelên ku bo herêmê jî şandine 570 hezar ton bûye.
Rehmanîpûr got: "Herî zêde berhemên kiştûkalî, amûrên pîşesazî û pêdiviyên petrokîmyayî bo Herêma Kurdistanê hatine şandin. Herwiha zêdeyî ji sedî 25ê kel û pelên Îranî ji rojavayê welêt û bi rêya Deriyê Sînor ê Başmax ku dikeve sînorê Silêmaniyê hatine hinardekirin."
Li gor Ajansa Nûçeyan a Îrnayê, Rehmanîpûr wiha axifî: "Zêdeyî 230 km sînorekî me yê hevbeş ligel Herêma Kurdistanê heye, evna ji xeynî peywendiyên kulturî, siyasî û civakî ku bûne sedema pêşveçûneke zêdetir di têkiliyên navbera herdu aliyan de."
Deriyê Sînor ê Başmax ji aliyê Rojhilatê Kurdistanê ve 15 km dûrî bajarê Merîwan e û li aliyê Başûrê Kurdistanê jî bi qezaya Pênciwên ve girêdayî ye ku 100 km dûrî Silêmaniyê ye û dikeve rojhilatê bajêr. Sala 2007ê bi amadebûna rayedarên Herêma Kurdistanê û Îranê bi awayekî fermî hat vekirin û bû deriyekî navdewletî.