Peykerê serkirdeyê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî Li Hindistanê tê danîn

Di seat 2 bi dema Hewlêrê de wê bi awayeke zindî vekekirina merasîman li ser kanala K24ê re bêne weşandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Biryare îro, li bajarê Mombay li welatê Hindistanê merasîmên vekirina peykerê  Serwer û serkirdeyê Kurd Mela Mistefa Mistefa Barzanî birêve biçe.

Îro, li bajarê Mombayî li welatê Hindistanê bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê wî welatî û parlementar û kesayetiyên siyasî merasîmên vekirina peykesrê sinbola gelê Kurd nemir Mela Mistefa Barzanî wê piştî nîvor dest pê bikin.

Peykerê nemir Mela Mistefa Barzanî ji aliyê xwendevaneke Kurd li welatê Hindistanê dixwîne hatiye sazkirin, di wê muzexaneya ku, peykerê Barzanî lê deynin peyêkerên gelek kesayetiyên navdar weke rêberê serxwebûna Hindistanê Xanî û yê Serokê Afrîqia Başur Nêlson Manndêla tê de ne.

Di seat 2 bi dema Hewlêrê de wê bi awayeke zindî vekekirina merasîman li ser kanala K24ê re bêne weşandin.