Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê dest bi projeyên îstimlakê dike

Dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê projeyên îstimlakirinê dan destpêkirin. Li gelek deveran, cih û warên welatiyan bi projeya îstimlakirinê ji dest wan tê derxistin. Bo Sûra Diyarbekirê jî wazareta bajarsaziyê daxwaz kir û Lijneya Wezîran biryar da ku nêzî ji sedî 65ê bajêr îstimlak bike. Biryara îstimlakirinê rê li ber nîqaşên kûr vekir.

K24 – Diyarbekir  

Dewleta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê projeyên îstimlakirinê dan destpêkirin. Li gelek deveran, cih û warên welatiyan bi projeya îstimlakirinê ji dest wan tê derxistin. Bo Sûra Diyarbekirê jî wazareta bajarsaziyê daxwaz kir û Lijneya Wezîran biryar da ku nêzî ji sedî 65ê bajêr îstimlak bike. Biryara îstimlakirinê rê li ber nîqaşên kûr vekir.

Li Sûra Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê ev demeke dirêj e, operasyon bi dawî bûne, piraniya bajêr wêran bûye, lê belê ji ber ku hêj biryara qedexekirina derketina kolanan berdewam e, ti kes nikare vegere malên xwe. Li aliyê din, welatiyên bajêr bi biryareke nû dilteng bûn. Li gorî biryarê piraniya bajêr ango 6 hezar û 300 parsel ji aliyê dewletê ve tê îstimlakirin ku ev yek nêzî ji sedî 65ê bajêr e.

Endamê Berê yê Encûmena Bajêr Hüseyin Şeyhanlioglu dibêje niha dewlet bi mafdarî wan cihan ji dest welatiyan derdixe û dê ev yek çêtir be jî bo ewlehiya bajêr. Şeyhanlioglu ji K24ê re got jî: “Pir cihên Sûrê ji xwe yên xezînê yanî yên dewletê bûn û ji aliyê gel ve hatibû dagîrkirin. Yanî ji Sûrê re tiştekî wisa hewce bû. Îstimlak pêwîst bû. Bêyî vê yekê ji xwe nabe. Beyî vê ne Ewlekariya wê derê pêk tê, ne yek dikare lê bigere. Beriya vî şerî jî yek nikarî bû li Sûrê bigeriya. Cihekî talûke bû.”

Li gorî walîtiya Diyarbekirê ji biryarê tê armanckirin avadaniya wan cihên wêranbûyî li gorî mîmariya herêmî ya Sûrê be û ji loma ev biryar hatiye dayîn. Lê belê biryara îstimlakirinê ne bi tenê ji bo wan deverên wêranbûyê, lê ji bo hin cihên ku ti zirar negihiştiyê jî hatiye dayîn.

Herwiha Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş di hevpeyvîna xwe ya bo Kurdistan24ê ya beriya demekê de îdia kiribû ku projeyên bi wî rengî tê meşandin ku hin bajarên Kurdan ji Kurdan were valakirin û li şûna wan hin komên mîna Tirkmen û Ereb bên bicihkirin ku ew ji ber şerê li Sûriyê li Tirkiyê penaber in.

Parlamenterê Berê yê Diyarbekirê Akin Birdal jî dibêje: “Ji xwe beriya vê wêrankirina mezin jî projeyên bi vî rengî dihatin axaftin. îstimlaqkirin ew e ku yek beyî daxwaza welatiyan mal û warê wan, kolana wan ji dest wan bigire. Dê ev der were îstimlaqkirin û paşê bo hin komên din were terxankirin. Li gorî em dibihîzin, dê Ereb li wê derê bên bicihkirin, ango hin komên din yên ji Sûriyê hatine. Ev yek jî dê dînamizma Kurdistanê ji holê rake.”

Sûr di nava mîrateyên UNESCOyê de cih digire, ji loma dibe ku îstimlakirina wê ji aliyê dam û dezgehên navdewletî yên hiqûqî ve were astengkirin. Derbarê mijarê de beriya çend rojan Hevşaredarê Diyarbekirê Firat Anli jî ev yek anîbû ziman. Lê tê ragihandin ku heger Sûr were îstimlakirin dê welatiyên wê careke dî mexdûr bibin.