Diyarbekir: Dibistanekê dikin qerqol 2 zarok jî mirin
Artêşa Tirkyê li Diyarbekirê xwest dibistanekê bike qerqol, di encam de 2 zarokan canê xwe jidest dan û 3 zarokên din jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkyê li Diyarbekirê xwest dibistanekê bike qerqol, di encam de 2 zarokan canê xwe jidest dan û 3 zarokên din jî birîndar bûn.
Li dibistana Turgut Ozel li navçeya Yenişehr a ser bi Diyarbekirê ve, alavên herifandinê hat komkirin, ji bo ku dibistanê bikin bingeheke leşkerî, qereqol anîn dibistanê û dîwar hatin hilweşandin, lê dîwrên dibistanê bi ser zarokan de ket û di encam de 2 zarokan canê xwe jidest dan û 3 zarokên din jî birîndar bûn.
Bûyer îro li demjimêr 17:30 çê bû, kesên ku buyer dîtine jî ragihandin ku, 3 alavên herifandina dîwaran li dibistanê hebûn, lê piştî bûyerê 2 alav ji wan hatin derxistin.

