Geştên asmanî weke gaveke dîrokî tê nirxandin

Bi boneya geşta asmanî ya yekem di navbera Diyarbekir û Hewlêrê, li hola VIP ya Firokxaneya Diyarbekirê kokteylek hat dayîn. Wezîrên berê yên Ak Partiyê Mehdî Eker û Kutbetîn Arzu, Parlementerên Ak Partiyê Galîp Ensarîoglu, Orhan Mîroglu û Ebubekîr Bal, karsaz û hejmareke xelk beşdarî kokteyl bûn. Wezîrê Berê û Cigirê Serokê Giştî yê Ak Partiyê Mehdî Eker di kokteylê de bi Kurdî axivî û destpêkirina geştên asmanî weke gaveke dîrokî nirxand.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/36118e9e-8790-41b2-9e9a-2da0a52f6271/GestaAsmaniYaDiyarbekirUHewlerDestpeKir1.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Bi boneya geşta asmanî ya yekem di navbera Diyarbekir û Hewlêrê, li hola VIP ya Firokxaneya Diyarbekirê kokteylek hat dayîn. Wezîrên berê yên Ak Partiyê Mehdî Eker û Kutbetîn Arzu, Parlementerên Ak Partiyê Galîp Ensarîoglu, Orhan Mîroglu û Ebubekîr Bal, karsaz û hejmareke xelk beşdarî kokteyl bûn. Wezîrê Berê û Cigirê Serokê Giştî yê Ak Partiyê Mehdî Eker di kokteylê de bi Kurdî axivî û destpêkirina geştên asmanî weke gaveke dîrokî nirxand.

Eker got: "Piştî xebatên siyasî ji bo ku têkiliyên Kurdên Bakur û Başûr pêşvetir biçin gaveke girîng hat avêtin û êdî Diyarbekir û Hewlêr tenê saetekê ji hev dûr in.”

Parlementerê AK Partiyê yê Diyarbekirê Galîp Ensarîoglu, ragihand ku ji ber şer û gefên DAIŞê niha di navbera Tirkiye û Iraqê de peyikandina vîzeyê heye lê derbarê rakirina vîzeyan de ew bi Serokwezîrê Tirkiyê re axivî ye û dê di rojên bê de rûdanên erênî çêbibin.

Ensarîoglu got jî: “Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku, ji Diyarbekir bo Hewlêrê her hefte rojên Duşem, Çarşem û Înê; ji Hewlêrê bo Diyarbekirê jî rojên Sêşem, Pêncşem û Yekşemê dê geştên asmanî yên Rêhewaya Tirkiyê (THY) hebin. Parêzgerê Diyarbekirê Huseyîn Aksoy bi taybetî bo Kurdistan24-ê ragihand kugeştên asmanî dê herdu herêman nêzîktirî hevdu bikin. Parêzger wiha got: "Ji bo ku têkiliyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê pêşvetir biçin ew van gavan diavêjin û ji bo vê yekê çi pêwîst be dê bikin."

Li gorî hejmarên îstatîstîkan beriya şer û pevçûnên li Bakur, tebaba bazirganiya di navbera Iraq û Tirkiyê de derdora 12 milyar, ya di navbera Herêmê Kurdistanê û Tirkiyê de derdora 8 milyar dolar bû. Karsaz Şahîsmaîl Bedirxanoglu dibêje, dê bi geştên asmanî bazirganiya ku hema bêje sekinî ye çalaktir bibe. Bedirxangolu dibêje, ji ber rêya dirêj û kiryarên Deriyên Gumrikan karsazan heta niha nedikarîn bi rihetî bên û biçin, lê ji niha û pê de dê karsaz jî gelekî rihet bibin û çexra abûriyê dê xweştir bizivire.

Dê bihayê bilêda Diyarbekir û Hewlêrê derdora 250 Lîreyên Tirkiyê ango 90 Dolar be. Tê çaverêkirin ku nexweş, siyasetmedar, karsaz û geştiyar êdî piraniya rêwitiya di navbera Bakur û Başur de bi rêhewayê bikin.