ENKS hilbijartinên Perlementoya Sûriyê baykot dike

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hilbjartinên Perlementoya Sûriyê baykot kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hilbjartinên Perlementoya Sûriyê baykot kir.

Emîdariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de, baykotkirina ji proseya dengdanê di hilbjartinên Perlementoya Sûriyê ango “Encûmena Gel” ragihand.

Herwiha ENKSê daxwaz ji hemû pêkhatên Sûriyê kir, ku tevlî proseya hilbjartinên Encûmena Gel a Sûriyê nebin. 

li gor daxuyaniya ENKSê, encamdana hilbjartinên parlementyê di 13ê Nîsanê de wek hevrêkiyekê ji vîna civaka navdewletî re tê, herwiha û ne pabendbûnek ji aliyê rêjîma Sûriyê bi pêkanîna desthilateke veguhêz û çêkirina hilbjartinên parlemento û serokatiya Sûriyê li gor bendên kongreya Cenêvê.