Rêveberiya Xweser: Li deverên me hilbijartin nayin kirin
Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) hilbijartinên Parlementoya Sûriyê baykot dikin û dibêjin li deverên dibin kontrola Rêveberiya Xweser de ne, hilbijartin nayin encam dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser û Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) hilbijartinên Parlementoya Sûriyê baykot dikin û dibêjin li deverên dibin kontrola Rêveberiya Xweser de ne, hilbijartin nayin encam dan.
Hevrêziya Giştî ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir û ragihand, ti pêwendiya wan bi helbjartinên ku biryar e sibe li Sûriyê werin encamdan tune ye û amaje bi wê yekê jî kir, ku li deverên dibin kontrola Rêveberiya Xweser de ne, hilbijartin nayin encam dan.
Hevrêziyê diyar kir, ti peywendyên wan ne ji nêzîk û ne ji dûr ve bi wan re nîne û daxwaz ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê kir, ku neçin li ser sendoqên dengdanê û dûrî wan bikevin.
Ji aliyê xwe ve, Encûmena Sûriya Demokratîk jî diyar kir, ku hilbjartinên Parlementoya Sûriyê ku rejîm xwe jê re amade dike, ne rewa ne û bang li civaka navdewletî kir, ku vê hewldanê rawestîne.
Biryar e hibijartinên Parlamentoya Sûriyê di 13ê vê mehê de werin encamdan.
Emîdariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) roja 10 Nîsanê di daxuyaniyekê de, hilbjartinên Perlementoya Sûriyê baykot kir.