Di rawestandina şerê li Bakur de kêmasiyên saziyên sivîl
Şer û aloziyên li Bakur li ser can, mal, abûrî, derûnî, çand û hûnera bi milyonan kes encamên neyînî peyda dike. Dewlet û PKK ji bo aştiyê ti gavên paşde navêjin. Ji destpêka şerê Hezîran 2015’an ve saziyên sivîl û opuzîsyon gaziya rawestandina şer û aştiyê dikin lê dengê wan têra bidawîbûna şer nake.
K24 – Diyarbekir
Şer û aloziyên li Bakur li ser can, mal, abûrî, derûnî, çand û hûnera bi milyonan kes encamên neyînî peyda dike. Dewlet û PKK ji bo aştiyê ti gavên paşde navêjin. Ji destpêka şerê Hezîran 2015’an ve saziyên sivîl û opuzîsyon gaziya rawestandina şer û aştiyê dikin lê dengê wan têra bidawîbûna şer nake. Kesayetên naskirî yên navdewletî û Kurd li ser rêbaza bidawîanîna şer û peydakirina aramiyê dibêjin, 3 xalên girîng hene û wan xalan jî weke; agirbest, destpêkirina gotûbêjan û qanûnên nû tînin ziman.
Ji bo şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê bidawî bibe û pirsa Kurdî bi rêyên aştiyane were çareserkirin li Tirkiyê, Kurdistan û Cîhanê gelek xebat hatin kirin û hê jî didomin. Profesor Jean Pierre Massias hiqûqnas e û li ser pirsgirêka Bask û Îspanyayê xwedî tecrube ye. Ji bo çareserkirina pirsa Kurdî tecrubeyên xwe li Diyarbekirê di konferansa PENê ya li ser aştiyê de parve kir. Ji bo çareserkirina pirsa Kurdî û aştiyê Massaîs 3 xalan pêşniyarin dike;
Herwiha Massaîs got: “1- Xala herî girîng agirbest e. Kî ewil agirbestê îlan bike dê ew zêdetir qezenç bike. 2 – Divê di navbera her du aliyan de guftûgo destpê bike, lewra aştî piştî muzakereyan tê. Lê divê her tişt bi zelalî were axaftin. 3- Piştî van herdu gavan, gava dawî û girîng amadekirina zagoneke nû ye. Encax bi zagoneke nû hûn dikarin civakeke nû peyda bikin.”
Bi sedan saziyên sîvîl bi çalakiyên cihêreng gazî dewleta Tirkiyê, PKK-ê û hêzên nêzîkî wê dikin; da ku vegerin ser mêzeyê aştiyê. Lê belê tevî hemû gaziyên agirbestê, dewlet û PKK hê jî hevdu suçdar dikin. Ji ber wê yekê rola saziyên sivîl careke din bû mijara nîqaşan.
Cîgirê Serokê Navenda Giştî yê PEN’ê Eugene Shulgîn, dibêje ew weke saziyên sivîl gelek caran pêşniyariyên xwe bo desthilardaran dibêjin lê belê desthilatdar jî wan bi piştgiriya tûndiyê tawanbar dike.
Shulgîn got jî: “Ez ne di wê baweriyê de me ku şer belavî Tirkiyê bibe. Lêbelê helwesta Serokkomarê Tirkiyê jî min ditirsîne, ji ber ku zimanekî tûj bikartîne. Divê em wek saziyên sivîl û rewşenbîr piçekî hişktir bi ser hikûmet û rêvebiran de biçin; da ku em ji bo aştiyê encamên erênî bidest bixin.”
Gelek caran rexne li saziyên sivîl têne kirin tê gotin ku ew ne li gorî pîvanên navdewletî û mirovî tevdigerin. Nivîskar û çavdêrê siyasî Şerefxan Cizîrî jî li ser bicihneanîna rol û mîsyona saziyên sivîl dibêje; “Hin nûnerên saziyan ji tirsa dewlet û PKK’ê newêrin dengê xwe bilind bikin.”
Herwiha Cizîrî berdewam kir: “Ez bawer im heger ku civakî sivîl rastî jî sivîl ve yanî ne perçeyek ji wesayet, leşkerî û milîtarîzmê be divê ew bixwe li gorî bernameya xwe gavan bavêje. Heger ez nivîskar bim divê ez weke nivîskarekî Kurd biaxivim, ez ne bêjim gelo dê dewlet ji min re çi bêje, yan jî PKK-KCK û hêzên çekdar dê çi bêjin, Ez ji bo Kurd û Kurdistanê çi rast bibînim divê ez bikaribim bi wêrekî wan bibêjim.”
Ji ber şer û pevçûnan jiyana çand û hûnerê jî li bajarên Bakur têk çûye, gelek caran civaka sivîl bi çand û hûnerê li dijî şer û aloziyên dengê xwe bilind dikin. Nivîskar Zeynep Yaş bi karê çand û hûnerê ve jî mijûl dibe û dibêje; “Diyarbekir warê konser, şano û xebatên çandî bû lê belê niha tenê dengê çek û qêrînan jê tê”.
Yaş got jî :“Ev der navendekî çandê bû, lê di bin dengê teqînan de ne mumkun e ku mirov bikaribe bi estetîkê, bi hezkirinê an jî bi hûnerê bikaribe li ser xebatên çandî hûr û kur bifikire. ”
Rewşenbîr dibêjin, heger saziyên sivîl li gorî pîvanên maf û hiqûqê tevbigerin dê hingê bikaribin li hemberî pirsgirêkên civakî li dijî polîtîqayên xelet yên hikûmet û rêxistinan jî derkevin. Dema ku xwîn dirêje kêmasiya dengê saziyên sivîl zêdetir tê ferqkirin lêbelê ji bo tesîskirina demokrasî û cîhanekî aştiyane divê sazî jiberiya herkesî destê xwe têxin bin kevir û dengên wan ji yê herkesî bilintir derkeve.