Erdogan: kesên alîkariya terorê dikin dê bacê bidin
Erdogan got, rojên aram nêzîkin û çi derdekê wan yê heskirina kurdan nîne.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, da xuyakirin, bi rakirina parêzbendî û derxistina yasaya şarevaniyan, kesên ku alîkariya terorê dikin dê yekûyek hesabê bidin.
Erdogan, li Stenbolê piştî vekirina Mizgeftê axivî û got, kesên ku dixwazin welatê me parçe bikin nagihin armanca xwe û ev yekbûna miletê pêl bi pêl her derê belav bibe.
Erdogan got, rojên aram nêzîk û çi derdekê wan yê heskirina kurdan nîne. Heta niha jî li wê herêmê tiştek nekirine.
Erdogan got, bi rakirina parêzbendiyê, dê yekûyek hesabê vê bidin. Di heman demê de şarevanî jî dê hesabê bidin. Li ku derê be bila be, her çi kesek xayîntiya welatê bike dê hesabê vê bide. Kî bacên ku gel dide, li deverên cuda serf dike, dê berdêla vê bide.