Erdogan: Di rojên pîroz de jî êrişên li dijî terorê berdewam in

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, astengiyên ku derdikevin rêya wan yekûyek radikin û krîzên navnetewî jî li paş xwe dihêlin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, astengiyên ku derdikevin rêya wan yekûyek radikin û krîzên navnetewî jî li paş xwe dihêlin.

Erdogan, bi mebesta cejna Remezanê li ser televîzyonê peyameke pîrozbahiyê belav kir û da xuyakirin, di rojên pîroz de jî êrişên li dijî terorê berdewam bin.

Erdogan got, pêwendiyên ku bi Îsraîl û Rûsyayê re qut bûbûn tên pêşxistin û gavên ku di hefteyên dawî de hatine avêtin, bo pêşerojê hêvî didin.

Erdogan da xuyakirin, di meha Remezanê de bi polîs, serbaz û cerdevan re hatiye ba hev û bi çavên xwe dîtine ku hêzên ewlekariyê di têkoşîna hemberî PKK'ê de bi biryar in.