Coreyên şirîniyê li Bakurê Kurdistanê
Şekir û şîranî berhemên serekî yên cejnê ne, lê li Diyarbekirê, dema ku tama xwerû ya şîraniya jî beşdar dibe, ew şêrînayî bêtir dibin.
K24-Navenda Nûçeyan
Dema ku, cejin bên, axaftin bê şîranî nabe. Diyarbekir jî bi cureyên xwe yên şîranî navbang e. Welatiyên Diyarbekirê jî, ji ber şer û pevçûnan dilnîgarbin jî, bi mebesta cejnê û ji bo ku tameke xweş bigihînin giyanê xwe êrişî şûnên şîranîfiroşan kirin.
Cureyên şîranî li Bakûrê Kurdistanê û Diyarbekirê gelek dewlemend in. Bi taybet, di nav 15-20 salên dawî de, her sal bi sedan ton qedayîfê Diyarbekirê bo welatên ewrûpayê û yên din tên firotin. Dema ku hûn li bajar bigerin dibinin ku heskirina şîranî li vî bajarî cure reng e.
Qedayîf, Kinefe û cureyên Beklewe. Bi fistiq, gûz û şîr, yan jî ji bon yên ku nexweşê şekir in, şîraniyên bê şekir.
Helbet şûnên firoştina wan şîraniya jî amadekarî bo cejnê kirine û temsiyên her cureyekî li ser hev rêz kirine. Welatî jî, hin ji wan ji bihabûyîna wan gazincan bikin jî, gişt li gor butçeya xwe û tama xwe hindek jê dikirin.
Şekir û şîranî berhemên serekî yên cejnê ne, lê li Diyarbekirê, dema ku tama xwerû ya şîraniya jî beşdar dibe, ew şêrînayî bêtir dibin.
Li Bakûr û Diyarbekirê tamên şîrîn ew qas cûr rengbin jî, encamdayînên şer û pevçûnên ku salekiyê didome, siya xeteriyên xwe li ser civakê, li gelek deveran di cejnê de jî berdewam kir.