Davutoglu: Gelê me bi derbeya leşkerî nerazî bû

"Gelê me demokratiyê dixwaze."

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ehmed Davudoglu ragehand ku, gelê wan demokratiyê dixwaze û ji  derbeya leşkerî  ne raziye.

Derbarê wê derbeya Leşkerî Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ehmed Davudoglu di kongreyekî rojnamevanî de sipasî û pîrozbahiyên xwe arasteyî gelê Tirkiyê kir, da zanîn ku, gelê Tirkiyê bi ser ket û derbeya leşkerî têkçû û bi ser neket.

Davudoglu tekez kir ku, ew pêzanîn û ezmûna xwe di xizmeta partî û aliyên siyasî de ne, herwiha sipasiya kenalên Tirkiyê kir û rola wan bi girngî binavkir.