Fermanderê operasyona Cizîr û Sûrê hate girtin

Di 15ê vê mehê de kodetayek li Tirkiyê rûda lê ew derbeya leşkerî bi serneket

 

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî hewla derbeya leşkerî û heta niha 42 Generalên Tirkiyeyê hatine binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna derbeya leşkerî ko şeva 15ê Tirmehê rûdabû polîsên Tirkiyeyê li seranserî welêt operasyonên berfireh pêk anîn û di encamê de 42 genaral jî nav de sedan leşkerên pilebilind jatin binçavkirin. Ji nav wan generalên binçavkirî de ya herî pilebilind Fermandarê Leşkerî ya Dûyemîn Adem Hudutî ye.

Adem Hudutî li bakurê Kurdistanê navçeya Cizîr û Surê operasyonên li  hemberî YPSyê birêvebiribû. Ji ber vê yekê di medyaya Tirkiyê de jî pesnê wî hatibû dayîn û şanazî li wî hatibû kirin.

Di 15ê vê mehê de kodetayek li Tirkiyê rûda lê ew derbeya leşkerî bi serneket.