Hunermedên navdarên Tirk û Kurd kudeta şermezar kirin
Hunermendê navdar ê Kurd Îbrahîm Tatlises jî ku li ser hisaba xwe facebookê kudeta şermezar kiribû
K24-Navenda Nûçeyan
Li dijî derbeya leşkerî a li Tirkiyê, kesên navdar ên Tirk û Kurd jî nerazîbûna xwe nîşan da. Hunermend û nîvîskarên wek Tarkan, Orhan Pamûk, Îbrahîm Tatlises, Yilmaz Erdogan û Ahmet Guneştekîn bi îmzekirina danezanekê derbeya leşkeran şermezar kirin.
Hewldana derbeya leşkerî a ku şeva 15'ê Tîrmehê li Tirkiyê rû dabû, bi berxwedana gelan hat şikestin. Hunermend û nivîskarên navdar jî bertekên xwe nîşanî derbeya leşkerî dan.
Li Tirkiyê, gelek kesên navdar li dijî derbeyê danezaneke amade kirin û dan weşandin.
Di danezanê dê tê gotin: "Em kesên ku îmzeyê avêtine bo danezanê, hemû cudahiyên xwe datînin derekê û li dijî derbeya xeternak em demokrasiya xwe diparêzin."
Di danezanê de kesên Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî ji gelek netweyên cuda navdar hene. Weke din nivîskarê xelata Nobelê girtî Orhan Pamûk, stranbêjê navdar Tarkan, lîstikvanên wek Meryem Uzerlî û Berguzar Korel jî hene.
Hunermendê navdar ê Kurd Îbrahîm Tatlises jî ku li ser hisaba xwe facebookê kudeta şermezar kiribû îmze avêt danezanê.
Weke din nîgarkêşê Kurd ê navdarê cîhanê Ahmet Guneştekîn û derhênerê Kurd Yilmaz Erdogan jî îmze avêtin danezana li dijî derbeyê.
Leşkerên derbekar bi ser neket lê belê pêkhate û neteweyên cuda piştî şiketsina derbeyê nêzîkî hev bûn.