Kunsilxaneya Tirkiyê li Hewlêrê daxuyaniyek belav kir

Kunsilxneya Tirkiyê li Hewlêrê naveroka daxuyaniya hevbeş ya çar fraksyonên Parlementoya Tirkiyê bi zimanê Kurdî belav kir û amarên ziyanên kudetaya leşkerî ya 15 Tîrmehê aşkere kir.

K24 – Hewlêr

Kunsilxneya Tirkiyê li Hewlêrê naveroka daxuyaniya hevbeş ya çar fraksyonên Parlementoya Tirkiyê bi zimanê Kurdî belav kir û amarên ziyanên kudetaya leşkerî ya 15 Tîrmehê aşkere kir.

Di daxuyaniya kunsilxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê de amaje bi rol û girîngiya helwesta aliyên nava Parlementoya Tirkiyê kiriye û yekgirtina li hembera kudetaya leşkerî ya 14 Tîrmehê bi helewsteke dîrokî binav kir.

Di beşeke din ya daxuyaniya de hejmara qurbanî, girtî ji leşker, berpirs, dadwer û fermandaran diyar dike.

Ziyanên hewla kudetaya leşkerî ya şeva 15 Tûrmeha 2016an:

Hejmara kuştî û birîndaran: 208 kuştî (60 polîs, 3 leşker, 145 sivîl). Yek hezar û 491 birîndar.

7 hezar û 543 kes bi gûmana kudetayê hatine girtin (Hejmara girtiyan di guhartinê de ne) ji nava kesên ku hatine girtin de (100 karmendên hêza polîs, 6 hezar û 38 karmendên ser bi artêşa Tirkiyê ve, 755 dadwer û dozgerên giştî, 650 kesên sivîl).

24 kes di kudetayê de canên xwe jidest dan û 50 kesên din jî bi birîndarî hatin girtin.

Encûmena bilind ya Dadweriyê biryara 5 rawestandina endametiya dadweran da, herwiha 2 hezar û 745 dadwer ji postên xwe hatin dûrxistin.

Ji aliyekî din ve, 8 hezar û 777 karmendên ser bi Wezareta Navxwe yê Tirkiyê ji karên xwe hatin dûrxistin û lêkolîn bi wan re dibin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat jî, ew hewla kudetaya leşkerî li dijî hikûmeta hilbijartî hatiye encamdan, gelê Tirkiyê li dijî wê kudetayê derketin. Herwiha serokomar û serokwezîr jî di erkên xwe de berdewam in. Ev hewla kudetayê jî ji aliyê grûpeke biçûk di nava artêşa Tirkiyê de ye, gelê Tirkiyê li hember wê bersiv daye.