Erdogan serdana Îsraîlê dike
Tê çaverêkirin ku Erdogan serdana mizgefta Eqsayê ya li Qudsê bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan dê serdana Îsraîlê bike û bi serok û serok wezîrê îsraîlê re bicive.
Li gor hin çavkaniyên medyayî yên erebî Erdogan vexwendineke Serokê Îsraîlê Rubîn Rîflîn qebûl kiriye û biryare li meha îlonê Erdogan serdana Telavîvê bike û ligel rîflîn û Serokwezîrê Îsraîlê Bûnyamîn Natanyahû bicive.
Herwiha tê gotin bi alîkarîya Urdinê biryar e ku Serokomarê Tirkiyê serdana mizgefta Eqsayê ya li Qudsê bike.